Ji nûnerên partî û saziyên sivîl li dijî êrîşên Afyonê bertek

Ji nûnerên partî û saziyên sivîl li dijî êrîşên Afyonê bertek

Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û parazvanên mafên mirovan bertek nîşanî êrîşên li Efyonê li hemberî gelê Kurd pêk tên dan. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku, ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê çanda tundiyê pêş dikeve. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî anî ziman ku, bi fikare ku ev pêşketin li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe.

Piştî alozî û rageşiya li Afyonê pêş ket û êrîşî welatiyên Kurd hatin kirin rageşî didomin. Bûyerên ku di 28'ê kanûna 2012'an de bi kuştina xwenekarekî zanîngehê pêk hat û bi êrîş û lînca li hemberî kurdan berdewam kir, bû sedema bertekên nûnerên partiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan. Nûnerên partiyên siyasî, parazvanên mafên mirovan bertekên xwe anîn ziman.

ÎHD: POLÎTÎKAYÊN TUNDIYÊ TIRKIYE DIBE LÎNCÊ

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan diyar kir ku, Tirkiye ji ber polîtîkayên tundiyê ber bi çanda lîncê ve diçe û wiha got: "Li welatên wekî Tirkiyeyê aliyên nijadperestî pêş dikeve. Turkdogan da zanîn ku, êrîş û lîncên li hemberî kurdan dem dem li bajarên rojava pêk tên û wiha got: "Destpêkê li Dortyol, Înegolê ev hewldanên lînca li hemberî kurdan pêş ket. Niha ji li Afyonê êrîş û lînca li hemberî kurdan pêş dikeve. Divê bi lezgîn pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ger ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê aramiya hemû Tirkiyeyê xerab bibe. Divê hikûmet bi lezgîn dest ji polîtîkayên nefretê berde.

CHP: DIVÊ TEDBÎRÊN MAYÎNDE BÊN STANDIN

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî anî ziman ku, ev polîta Tirkiye ber bi talûkeyê ve dibe û wiha got: "Ev hewldanên lîncê dibe êrîş û lînca li hemberî kurdan. Ger ku rê li pêş vê yekê neyê girtin, dê encamê xerab bi xwe re bîne. Divê hikûmet tedbîrên mayînde li hemberî vê yekê bigire.

DÎSK: JI BER KURDIN DIXWAZIN WAN KOÇBER BIKIN

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Erol Ekicî jî destnîşan kir ku, ew mirovên li Afyonê rastî êrîşa lîncê tên ji ber ku kurdin dixwazin wan ji wê herêmê koçber bikin. Ekîcî da zanîn ku, ev polîtîkayên hikûmetê talûke ne û wiha got: "Em dibînin ku hikûmetê ji bo çareseria pirsgirêka Kurd tu gav neavêtiye. Dixwazin kurdan ji Afyonê bidin koçkirin.

Em dibînin ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên 30 salan berdewam dikin. Ev yek hêviyan xelas dike."

ESP: GOTINÊN ERDOGAN ÊRIŞÊN NIJADPEREST ZÊDE DIKE

Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag jî anî ziman ku, ev geşedanên pêş dikevin ne ji rêzê ne û wiha got: "Hikûmet û Serokwezîr dibêje an hûn dê hêz bikin an jî terk bikin. Divê ev êrîş bên dîtin ku bi destê dewletê pêk tên. Li cihê ku dewlet bê çare dimîne serî li van rêbazên aloziyê dide."

TÎHV: EV GEŞEDAN RÊ LI PÊŞ QETANDINÊ VEDIKIN

Sekreterê Giştî yê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÝHV) Metin Bakkalci jî anî ziman ku, ev bûyerên bi vî rengî bêtir çareseriyê dixetimînin û rê li pêş qetantinê vedikin. Bakkalci da zanîn ku, daxuyaniyên hikûmet û dewletê bandorek mezin li ser van geşedanan dike û ev geşedanên li Afyonê encama daxuyaniyên hikûmetê ye.