Ji nûnerê NY ê Elmanya banga ji bo Kobanê

Ji nûnerê NY ê Elmanya banga ji bo Kobanê

Parlamenterê Elman û Serokê Komîsyona Jêr a NY yê Meclîsa Federal Heîke Hansel û endamê Rêveberiya Eyaleta Baden Wuttemberg ê Partiya Çep Gokay Akbulut piştî êrîşên çeteyên DAIŞ li dijî Kobanê ji bo lêkolînan li sînorê Rojava bikin hatin Pîrsûsê. Hansel banga alîkariya lezgîn li NY kir.

Parlamenterê Elman û Serokê Komîsyona Jêr a NY yê Meclîsa Federal Heîke Hansel û endamê Rêveberiya Eyaleta Baden Wuttemberg ê Partiya Çep Gokay Akbulut piştî êrîşên çeteyên DAIŞ li dijî Kobanê ji bo lêkolînan li sînorê Tirkiye û Rojava bikin hatin herêmê. Hansel û Gokay bûn şahidê êrîşa ku leşker û polîsên Tirk danê sibehê li Pîrsûsê li dijî gel pêk anîn.

‘EZ WEK XEBATKAREKÎ NY ŞER DIKIM’

Parlamenterê Elman Hansel ê têkildarî pêşveçûnên li Pirsûsê û êrîşên li dijî Kobanê peyameke bi vîdeo weşand, ev bang li raya giştî ya navneteweyî kir:  

“Kesên ji bo alîkariyê bidin Kobanê hatin Pirsûsê rastî êrîşa polis û leşkeran hatin. Kon rakirin û bombeyên gazê avêtin. Niha li cihê ez lê em nikarin pêşve biçin. Ji bo penaberên Kobanî yên hatine vir alîkariyeke însanî û ti hewldaneke NY nîne.

Ez bang li NY û raya giştî ya navnetweyî dikim bila bilez dest bi wezîfeya xwe bikin. Ji bo Tirkiye sînorên xwe veke bila zextê lê bikin. Wek Serokê Komîsyona Jêr a NY a li Meclîsa Federal a Elman ez şerm dikim, ji ber ti xebateke NY li vir nîne, divê alîkariya lezgîn a mirovî ji bo vir bê kirin.”

Hansel û yên li gel îdîayên ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ jî di nav de têkildarî şopdariyên xwe yên li sînorê Tirkiye û Sûriye ji bo Meclîsa Federal a Elman û NY  wê raporekê amade bikin.

Çavlirê ye Hansel û Akbulut bi rayedarên hikûmeta Tirkiye, saziyên civaka sivîl û parlamenterên HDP’ê re hevdîtinan pêk bînin.