Ji nivîskarên Swêdî ji bo rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê pêşandan
Li Swêdê komek rojnamevan û nivîskarî, bi armanca zexta li ser hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê xwepêşendanek li dar xistin.
Li Swêdê komek rojnamevan û nivîskarî, bi armanca zexta li ser hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê xwepêşendanek li dar xistin.
Li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo bidawîkirina zextên li ser azadiya çapemenî û îfadeyê yên li Tirkiyeyê, di serî de Asli Erdogan, Zana Kaya û Înan Sarikaya, ji tevahî rojnamevanên di girtîgehan de bên berdan pêşandanek hate lidarxistin.
Di pêşendanê de ku li ber Sefîrxaneya Tirk a li Stockholmê hate lidarxistin û medyayê eleqeyek mezin nîşan da, ji qisekeran Serokê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê Gûnnar Ardelîûs, Seroka Komîteya Ji Weşanan re Azadî ya Yekîtiya Weşanên Navneteweyî (ÎPA) û Sekretera Navneteweyî ya PEN’ê Ola Wallîn, Serokê Rojnamevanên Sînornenas Jonathan Lûndqvîst, Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Joûrnalîsten Helena Gîertta, Şefê Çandê ya rojnameya Giertta, Dagens Nyheter Bjorn Wîman, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Kovara Svart-Vîtt Kurdo Baksî,Rojnamevan Nivîskar Ragip Zarakolû, Cîgirê Şefê Çandê ya Rojnameya Savenska Dagbladet Anders Bjorkman û Serokê Komîteya Piştgiriya Mafên Mirovan û Parlamenterê Partiya Xristiyan Demokrat Desîree Pethrûs, bal kişandin ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê zexta li ser rojnamevan, nivîskar û rewşenbîran û binpêkirinên azadiya îfadeyê û mafên mirovan ên li welêt zêde bûne, bang li AKP’e û dewleta Tirk kirin ku ji vê rêya nerast vegerin û tevahî rojnamevan û rewşenbîrên girtî berdin.
PÊWÎST E YEKÎTIYA EWROPA JI BO TEWANBARÊN FIKRÎNÊ BÊN BERDAN BIKEVE NAV TEVGERÊ
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Kovara Svart-Vîtt Kurdo Baksî ku moderatortiya pêşendanê dikir, got berpirsiyariya nivîskar û siyasetmedarên li Swêdê heye ku xwedî li Şahîd Alpay û Yavûz Baydar ên hemwelatiyê Swêdê ne derkevin.
Baksî bi bîr xist ku di ti demê de ewqas rojnamevan li Tirkiyeyê nehatine girtin, bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo tevahî tewanbarên fikrînê bên berdan bikeve nav tevgerê, her wiha bang li siyasetmedarên Swêdî jî kir ku biçin Tirkiyeyê û rojnamevanên girtî bibînin.
Serokê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê Gûnnar Ardelîûs jî wek rêxistinên ku bi hezaran nivîskar û rojnameyan temsîl dikin got binpêkirina mafên mirovan û azadiya îfadeyê ya li Tirkiyeyê şermezar dikin û daxwaz dikim ku tevahî rojnamevan û rewşenbîrên girtî bên berdan.
LI TIRKIYEYÊ ZEXTEK MEZIN LI SER AZADIYA ÎFADEYÊ Û FIKRÎNÊ HEYE
Seroka Komîteya Ji Weşanan re Azadî ya Yekîtiya Weşanên Navneteweyî (ÎPA) û Sekretera Navneteweyî ya PEN’ê Ola Wallîn piştî bal kişand ku êrîşên mezin li ser azadiya îfadeyê û fikrînê heye, got; “Berê jî zext li ser rojnamevan û nivîskaran hebû. Lê, pêla girtinê ya nû, girtina dezgehên medyayê bêhempa ne.”
DIVÊ HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ DÎSA DESTPÊ BIKIN
Serokê Komîteya Piştgiriya Mafên Mirovan û Parlamenterê Partiya Xristiyan Demokrat Desîree Pethrûs destnîşan kir ku ji bo Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê divê rêzê bide azadiya îfadeyê û mafên mirovan, wiha dewam kir: “Her kesên li vir baş dizanin bê ka rewşa Kurdên li Tirkiyeyê çiqasî cîdî ye. Em wek siyasetmedar piştgiriya terorîzmê nakin, lê ji bo tundiya li Tirkiyeyê raweste, em dixwazin careke din hevdîtinên aştiyê yên bi PKK’ê re destpê bike.”
Şefê Çandê ya rojnameya Giertta, Dagens Nyheter Bjorn Wîma diyar kir ku Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeha mezintirîn a cîhanê, Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Joûrnalîsten Helena Gîertta jî bal kişand ku Serokkomarê Tirk Erdogan darbeya têkçûyî bi kar tîne û hewl dide tevahî mûxalîfan bitepisîne.
TIRKIYE DI RÊYEK METIRSÎDAR DE YE
Gîertta bi bîr xist ku di demên dawî de 106 rojnamevan hatine girtin û di van rojan de 23 xebatkarên rojnameya Azadiya Welat hatine binçavkirin, got; “Erdogan dengê me bibîhîze. Tirkiye bi dûrketina ji demokrasiyê di rêyek gelekî metirsîdar de diçe. Niha vê rêveçûnê rawestîne. Em ê ti carî êrîşên li ser rojnamevanan qebûl nekin.”
Cîgirê Şefê Çandê ya Rojnameya Savenska Dagbladet Anders Bjorkman siyasetmedarên Ewropayê yên ji ber hevpeymana penaberan a mabeyna Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, binpêkirina mafên mirovan paşguh dikin rexne kir.
Serokê Rojnamevanên Sînornenas Jonathan Lûndqvîst bi pirsa, “Girtîgeha herî mezin a cîhanê li kû ye?” dest bi axaftina xwe kir û zextên dewleta Tirk nirxandin.
DIXWAZE FIKRÎNA BI AWAYEKÎ AZAD ASTENG BIKE
Lûndqvîst bal kişand ku mîna gelek hempîşeyên xwe, Berpirsê Rojnamevanên Sînornenas ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû jî ji ber piştgirî daye rojnameya Ozgur Gundemê hatiye girtin û darizandin, wiha pê de çû: “Ev êrîşên li dijî rojnamevanan ne tesaduf in. Ev giştî ji bo tirsandina rojnamevanan û oto-sansurê pêk bînin tên kirin. Erdogan bi berbelavkirina fikaran dixwaze vê praktîze bike. Ev çawa bi awayekî cîdî azadiya çapemenî û îfadeyê sînordar dike, her wiha bi armanca ku astengkirina fikrîna azad a welatiyan tê kirin.”
NIVÎSKAR Û ROJNAMEVANÊN GIRTÎ DIVÊ BÊN BERDAN
Lûndqvîst bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku wek alîyekî wekhev bi Tirkiyeyê re rûnenê, bang li Tirkiyeyê jî kir ku derhal nivîskar û rojnamevanên girtî berde.
Nivîskarê rojnameyên Evrensel û Ozgur Gundemê Ragip Zarakolû jî piştî zext û êrîşên li ser îfade û çapemeniyê yên ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê li Tirkiyeyê ket meriyetê bi mêvanan re parve kir, navê hin rojnamevanên girtî got û daxwaz kir ku tevahî nivîskar û rojnamevanên girtî bên berdan.
Piştî axaftinan Serokê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê Gûnnar Ardelîûs nameyeke ku nav û îmzeyên rêxistin û kesên ku pêşendan bi rêxistin kirine lê ye, da rayedarên sefîrxaneyê.
NAYÊ QEBÛLKIRIN KU ROJNAMEVAN GIRTÎ BIN
Piştî di nameyê de hate diyarkirin ku wê girtina rojnamevanan neyê qebûlkirin, daxwazên rêxistinan bi vî şiklî hatin rêzkirin:
“Pêwîst e tevahî rojnamevan û nivîskarên ji ber azadiya îfdeyê hatine girtin bên berdan.”
“Li şûna sînordarkirina azadiya medya û îfadeyê, divê li welêt bê xurtkirin.”
“Divê li gor pîvanên ku mafên mirovan li ber çav digirin û li gor hevpeymanên navneteweyî ne, nêzîkatî li girtiyan çêbibe.”
“Divê mafên kêmneteweyan bên xurtkirin û li dijî cihêtiyan tevdîrên xurt bên girtin.”