‘Ji niha û pêve ya ku pêk were hûnê bibînin’

Heyeta HDP’ê ya ku li gundê Yayla lêkolîn kirin, li ser navê heyetê Mizgîn Irgat daxuyaniyek da û diyar kir ku ligel êşkenceyê, polîs û leşkeran gef li jin û zarokan kirin û gotine: “Bi vî awayî naçe, ji niha û pêve ya ku pêk were hûnê bibînin."

Heyet ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), çûn serdana Taxa Yahya ya navçeya Qereyazî ya Erziromê a ku 8’ê Îlonê bi beşdariya hezar polîs û leşkeran ligel wesayîtên zirxî di ser malan de girtibûn. Heyeta ku di nav de Parlemeterê HDP yê Agiriyê Bedran Ozturk, parlemetera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat û Endama PM ya HDP’ê Semra Demîr û rêveberên HDP’ê ya Agirî û Erziromê cihê xwe digirin, li mala Mehemt Goksû yê bavê Ahmet Goksû ê ku 4 saetan di bin çavnan de êşkence lê hate kirin, lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê û şûnde ligel gundiya daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Îrgat a ku daxuyanî da got: “Bi bê hesab bi panzer, tîmên taybet û Qeymeqamê Depê ve operasyonek hatiye pêkanîn. Dîsa bi vê operasyonê dixwazin peyama bidin çiye? Çi dixwazin ji van gundiyan re bêjin? Dixwazin mîna salên 1990’î gundiyan ji mal û milkê wan bikin û neçarî koçkirinê bikin. Çi dixwazin bikin. Ji rayedarên vir têkildarî vê daxuyaniyek dixwazin.”

 ‘AHMET GOKSÛ LI MUDBEXÊ 4 SAETAN ÊŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN’

Irgat a ku diyar kir ku li gund bi gundiyan re civiyane wiha pêde çû: “Em li gundê ku bê ku biryareke hiqûqî bê li berçav girtin, hemû mafên hiqûqî hatiye binpêkirin û li dijî qanûnê hiqûqê hatiye tevgerandin. Me lêkolîn kir, bi malbatan re civiyan. Yên ku bi gotina ku qet êşkence nehatiyekirin, îro li vir ya rastî hê jî êşkence didome, me bi çavê xwe dît. Li vir bê ku delîlek ê sûç bê dîtin, tenê şopên serdegirtin, êşkence, polîtîkayên zilm û qirkirinê, heqaret û zextekî cidî li ser gundiyan heye. Di saet 04:30’an bê ku biryareke dadgehê hebe, di bin navê lêgerînê de li nav malan lêgerînek cidî hatiye kirin. Deriyên avahiyan hatine şikandin. Heqaret li jin, zarok û kalan hatiye kirin. Li nava malên xwe bi awayê rêbazên lêpirsîna qedexe îfadeya wan hatine girtin û êşkence lê hatine kirin. Ahmet Goksû yê ku li vî gundî dijî, bi qasî 4 saetan li nava mudbexê derî li ser hatiye kilîtkirin û êşkencekirin. Çavên wî hatine girêdan, destê wî bi pişt ve hatiye girêdan û neçarî îfadedayînê hatiye kirin.”

‘DÛBAREBÛNA POLITÎKAYÊN 100 SALAN ÊN LI SER GELÊ KURD TÊ PÊKANÎNE’

Irgat bal kişand li ser înfazên bê darêz yên li gund û wiha got: “Li Şapatan, Talê û li gelek gundan bûyerên êşkenceyan ku hîncetên wan çi bûn, bi heman hîncetan êşkenceyan dikin. Îxtidara her beşên mûxalîf bi taybet li ser gelê Kurd ku dûbarebûnên politîkayên 100 salan pêktîne. Li van deran ev polîtika hatibûn dûbarekirin. Em carek din dibêjîn ku em ê di aliyê siyasî û hiqûqî de şopdarên vê dozê bin. Di bûyerên ku li vir hatîn jiyîn de, li cihê êşkenceyan gefên ‘Bi vî awayî naçe, ji niha û pêve ya ku pêk were hûnê bibînin” li jin û zarakon hatine kirin.”

‘HEMAN MAL 8 CARAN HATIYE SERDEGIRTIN’

Irgat diyar kir ku polîs û leşkeran 8 caran avêtin ser heman gundî wiha anî ziman: “Ji 8 mehan ve li ser vî gundî heman operasyon, serdegirtinên psîkolojîk tê kirin. Li mala Ahmet Goksû de 8 caran lêgerîn hatiye kirin. Di mala ku ti delîlên sûc nehatî dîtin de gef li gundiyan hatiye kirin. Em li bendê ne ku kesên êrîş li ser wan hatiye kirin, rastî neheqiyê hatine û mexdûryeta wan bi darizandinekê were encam girtin. Em ê ji vir û şûnde jî şopdarê bûyerê bin û bi tenê nahêlîn.”