Ji MLKP’ê ji bo bîranîna Yilmaz Selçûk çalakî

Ji MLKP’ê ji bo bîranîna Yilmaz Selçûk çalakî

Endamên Partiya Komunîst Lenînîst Marksîst (MLKP) Yilmaz Selçûkê ku di 10’ê kanûna 2010’an de li Stenbolê di xwepêşendana çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû bibîranîn.

Şoreşger û endamên MLKP’ê Yilmaz Selçuk di 10’ê kanûna 2010’an de dema di amadekariya şer de bû jiyana xwe ji dest da, ji aliyê endamên MLKP’iyan ve di 22’ê kanûnê de li Stenbolê hat bibîranîn.

Li rawestgeha Qerekola Berê ya Taxa Gazî komeke MLKP’ê bi molotof, çekê otomotîk û yên luledirêj rê li trafîkê girtin û pankarta ‘Yilmaz Selçuk nemir e-MLKP’ vekirin. Her wiha dirûşimên ‘Heval Yilmaz dijî MLKP şer dike’, ‘Yilmaz Selçuk namire’, ‘MLKP bila bo serkeftina şoreşê bijî’ qêriyan.

Kom heta xaçerêyê meşiyan û pankarta xwe li kêleka rê daliqandin. Mîlîtanan gule berdan hewayê û berxwedana 19’ê kanûnê silav kirin.

Piştî bidawîbûna çalakiyê gelek wesayîtên zirxî yên polîsan hatin veguhestin.