BI DÎMEN

Ji milîsên HBDH'ê çalakiyên li dijî tecrîd û êrîşan

Milîsên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li dijî êrîşên dagirkeriyê û tecrîda li Îmraliyê li 3 bajaran çalakî lidar xistin.

ÇALAKIYÊN HBDH'Ê

Milîsên Memed Cûdî (Ramazan Aktaş) ên HBDH'ê ragihandin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê li Stenbol, Kocaelî û Bûrsayê çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Şeva 31'ê Cotmehê saet di 03:00 de Ataşehîr/Ferhatpaşa ya Stenbolê 2 qemyon hatin şewitandin.

Êvara 31'ê Cotmehê saet di 06:00 de li kolana Bagdat a taxa Adem Yavûz a navçeya Gebze ya Kocaeliyê febrîqeya Palet Kereste hate şewitandin.

Şeva 1'ê Mijdarê saet di 23:00 de li navçeya Golcuk a Kocaeliyê wesayiteke faşîstekî hate şewitandin.

Şeva 2'ê Mijdarê saet di 04:00 de li taxa Guzelyali ya navçeya Mûdanya ya Bûrsayê depoyeke Marketa Şok hate şewitandin.

Milîsên me xisareke madî ya mezin a di van çalakiyan de tespît kirin û piştre bi rengekî ewle vekişiyan qadên xwe."