'Ji lingê me em bi darve kirin û mal dan ber agir'
'Ji lingê me em bi darve kirin û mal dan ber agir'
'Ji lingê me em bi darve kirin û mal dan ber agir'
Atîlla Ugurê JÎTEM’ê yê di salên 1990’î de li Qoserê berpirsê leşkerî bû, Abîd Karaaslan rastî îşkenceya tecawizê hat. Gundê Tacettîn Aslan û Nurettîn Başboga hate valakirin û şewitandin, neçar man axa xwe terk bikin. Kayhan Agagolu ji lingê xwe ve bi tawanê ve hate daliqnadin û mala wî dan ber agir. Abdulkadîr Agaoglu di coha avê de hate dirêjirin û cerdevan li ser geriyan. Li gorî îdinameya doza Tîma Xençerê talîmata van hemû fermandarê JÎTEM’ê Atîlla Ugur daye.
Di îdinameya doza Tîma Xençerê ya ku fermandarê JÎTEM’ê Albaya Atîlla Ugur tê de wek gumanbar tê darizandin, sûcên wî û ekîba wî bê sînorin. Li gorî fadeyên şahidan, Ugurt û ekîba xwe ji bo ku li gundiyan cerdevaniyê bide qebûlkirin ji tecawizê bigire heta şewitandina gundan û her cureyê îşkenceyê kiriye.
Di îdianameya doza ku dê di 22’ê mijdarê de destpê bike de ligel xizmên 22 gundiyên ku hatine wendakirin,7 kesên din jî şahidî kir.
Yek ji van şahidan Abîd Karaaslane. Di 1993’an de li Qoserê tê binçavkirin û 3 rojan li Midûriyeta Polîsan a Qoserê tê girtin. çavê wî digirin û dibin Mêrdînê. 25 rojan li cihekî nedizanî hat girtin.
Karaaslan tiştên ku jiya wiha vegot: “Li vir nêzî 25 rojan bi şûşeya avê tecawizê min kirin û elektîrk dan min. Der barê PKK’ê de pirs ji min kirin. piştre ez anîm Dîkmenê. Li vir çavê min vekirin û li ber odeya gund îşkenceya li ser min domandin. Fermandar Atîlla Ugur hat. Wî bi xwe li min xist. Hestiyê çima min û destê min yê çepê şikand. Ji vir dîsa ez birim Mêrdînê. Ez 5 rojên din jî çavê min girtî mam. Piştre ez anîm edliyaya Qoserê. Dozger îfadeya min girt. Sewqî dadgehê kirim. Lê dadger ez negirtim.
Karaaslan ku hate berdan, ji nûve birin qerekolê û roja din dema sewqî edliyeyê kirin hate girtin.
DEMA EM JI GUND DERKETIN GUND ŞEWITANDIN
Şahid Tacettîn Aslan di 1990’î de muxtarê gundê Ulukoybû. Aslan diyar kir ku fermandar Atîlla Ugur gazî 12 muxtarên gunda kiriye û cerdevanî ferzkiriye. Aslan got: “Me got em nabin cerdevan. L i ser vê em tehdîd kirin. hefteyek şûnde hatin gund. Leşkeran li min û çend hevalên din xist. Ji ber ku em neçar man me koç kir. Her kes li herêmên cuda bicih bûn. Em ji gund derketin. Çend rojên din Atîlla Ugur û gelek leşker tên gund û malên me dişewitînin.
Nusrettîn Başboga jî destnîşan kir ku Atîlla Ugur bixwe li wî xistiye û yek ji kesên ku cerdevanî qebûl nekir neçar ma koç bikeye. Gundê Başboga. Arakap di cotmeha 1993’an de hate valakirin û ji aliyê cerdevanan ve hate şewitandin. Başboga ancax di 2002’an de vegeriya gund.
Kayhan Agaoglu jî wê demê 16-17 salî bû. li gundê Sakim dijiya. Gundê wan bi talîmata Fermandar Ugur hate valakirin. Agaoglu ew roj wiha vegot: “Atîlla Ugur, cenderme û cerdevanan zext li gundiyan dikir.Digot divê hun bibin cerdevan. Îşkence li gundiyan dikirin. Piştî demekê gund hate valakirin. Malên gelek kesan hatin şewitandin. Ez 16-17 salî bûm. Kurê apê min Ferhat Demîrcan hate revandin. Cerdevanan li ser talîmata Ugur revandin. 4-5 rojan girtin û berdan.
EZ Ê TE BIKUJIM Û CESED JÎ NEDIM MALBATA TE
Agagolu ji ber kurê apê xwe yê ku çû derveyê welat hat lêpirsînkirin û îşkence dît. Agaoglu wiha got: “Atîlla Ugur her tim Omer dipirsî. Sibehekê Ugur û ekîba xwe ez ji mala me ya Şenyurtê girtim. Li pişt firina şaredariyê ya Şenyurtê bi hovîtiyek mezin li min xistin. Beriya li min bixin tiştek nepirsîn. Piştî Omer pirsîn. Min jî ji tirsan got ger Omer hatibe çûye cem hevsera xwe. Ji tirsan min got Omer hatiye û min ew teslîmê Ferhat kiriye. Lê min ne dizanî hatiye an na. Hevsera Omer xwişka Ferhat Demîrcan bû. li ser vê Ferhat ji mala wî girtin. birin gundê Salkim. Li wir em her du bi hev dan pevçûnê. Ço da me û me li hev xist. Piştre dîsa Omer pirsî.Min got ji ber ku zêde li min xistin min ew îfade da. Li ser vê ez ji lingê min bi tawanê ve daliqandim. Ugur got her duyan jî bişewitînin. Em her du jî qêriyan. Reviyên agir tam dihat ser me em vekirin. Em birin cihekî din. Li kesekî din dixistin. Ew kes jî kurê Apê min Yusuf Demîrcan bû. Ji lêdanê min ruyê wî nas nekir. Du roj şûnde Atîla ez gazî odeya xwekirim. Ji min re got xwe tazî ke û min cilê xwen derxist. Ji min re got biaxive an jî ezê te bikujim û cesedê te jî nedim malbata te.
HUNÊ BÊJÎ GUND PKK’IYAN ŞEWITANDIYE
Abdulkadîr Agaoglu jî îfadeyên Kayhan Agaoglu piştrast kir û got: “îşkenceyên mezin bi me kirin. malê me şewitandin. Em li qada gund berhevkirin. Sewalên me û eşyayên me şewitandin. Atîlla Ugur bixwe li wir bû. Dema gund vala bû Atîlla Ugur her tim gazî me dikir û digot;Ger hun bêjin PKK’ê gund şewitandiye û hun bibin cerdevan emê we şûnde bînin gund. Lê me kesî qebûl nekir.
Agaoglu da zanîn ku ji n rastî van îşkenceyan dihatin û her wiha dema mêr li qadê berhev dikirin digotin bila jinek ji bo lêgerînê bên hundir. Agaoglu got li gorî ew dizane jib o tacîzê gazî jinan dikir.
Di îdianameyê de tê diya rkirin ku Atîlla uguher berpirsê JÎTEM’ê yê Qoserê bû û hemû çalakiyên îşkence, cînayet, desteserkirin, valakirian gundan wî organîzekiriye. Tê xestin ku Ugur ji sûcên ‘ kuştina kesan û avakirina rêxistina çekdarî’ bê cezakirin.