Ji Lavrov ji bo de Mîstûra: Divê Kurd beşdarî civînên Cinêvê bibin

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku eger ku Kurd beşdarî civînên Cinêvê nebin wê dîsa bê encam bimîne.

Nûnerê Taybet ê NY’yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, ji bo hevdîtinên Cinêvê ya ku wê 23’ê Sibatê dûbare destpê bike îro li paytexta Rûsya Moskovayê rêze hevdîtin pêk anî. De Mîstûra hevdîtinên li gel Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Sergey Shoygû, Cigirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Gennady Gatîlon kir, di hevdîtinan de bûyerên li Sûriyeyê, civînên li Astanayê û hevdîtinên Cinêvê kirine rojeva xwe.

LAVROV: EGER KU KURD DI HEVDÎNINÊN CENEVREYÊ DE NEBIN WÊ DÎSA BÊ ENCAM BIMÎNE

Piştî hevdîtinan, li gorî daxuyaniya li Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê, Lavrov û Nûnerê Taybet ê NY’yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra li hev civiyan, civîna Astanayê û hevdîtinên Cinêvê ku wê 23’ê Sibatê dûbare bê lidarxistin gotûbêj kirine. Li gorî daxuyaniyê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrov ji de Mîstûra re diyarkiriye ku divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn beşdarî hevdîtinên Cenêvê bibin. Dîsa Lavrov ji bo de Mîstûra got: “Eger di civîna Cinêvê de komên Moskova, Qahîre, Astan û Hmeymîn bi awayekî baş Kurdan temsîl neke,ne mimkûne ku hevdîtinên Cinêvê encam bigre.”

Her wiha De Mîstûra li buroya NY yê Cinêvê ya Moskova daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di hevdîtinên De Mîstûra ya bi rayedarên Rûsyayê rehate kirin mijara civîna Astanayê û hevdîtinên Cinêvê gotûbêj kirine, dîsa agirbesta li Sûriyeyê, alîkarî dayîna welatiyên sivîl û herêmên bi mayîn paqijkirin yek ji mijarên rojeva wan bûn û gotûbêj li ser kirine.

De Mîstûra piştî hevdîtinan pirsên rojnamevanan bersivan û diyar kir ku di hevdîtinan de 3 mijarên sereke bên destgirtin, yek ji van reveberî, distûrekî bingehîn a nû û dîsa li ser bingehê distûra bingehîn pêkhatinan hilbijartinê.