Ji Konseya Bilind a Kurd der heqê Partiya Azadî de lêpirsîn!
Ji Konseya Bilind a Kurd der heqê Partiya Azadî de lêpirsîn!
Ji Konseya Bilind a Kurd der heqê Partiya Azadî de lêpirsîn!
Konseya Bilind a Kurd (KBK) ku Rojavayê Kurdistanê temsîl dike, der barê Partiya Azadî ku tê gotin ku tev li êrîşên li dijî sivîlan bûye û li herêma Heleb û Efrînê bi komên çeteyan re tevdigere, lêpirsîn da destpêkirin. Her wiha KBK’ê der barê rêveberiyeke demborî de jî projeya ku PYD’ê pêşkêş kiribû, qebûl kir.
Endamên KBK’ê 4 meh şûnde di 4’ê îlonê de êvarê li Qamişlo civiya. Li ser navê Meclisa Netwî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) Ehmet Sileman, Feysel Yusuf, Îsmaîl Heme, Suud Mele û Beşar Emîn tevli bûn û li ser navê Meclis agel a rojavayê Kurdistanê Aldar Xelîl, Îlham Ehmed, Sînem Mihemed û Ebdulselam Ehmed amade bûn. Endamê KNK’ê û hevsrokê PYD’ê Salîh Muslim jî ji ber ku li derveyê welat bû tevli nebû.
Civîna ji çapemeniyê re girtî hat meşandin, endamê KBK’Ê Ehmet Sileman der barê civînê de agahî da û destnîşan kir ku di civînê de der barê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de û her wiha di rewşeke muxaleya leşkerî de helwesta Kurdan dê çi be? Nîqaş kirine. Her wiha hate diyar kirin ku der barê 2’emîn Civîna Cenevreyê ya ku bi pêşengiya DYA û Rûsyayê pêk tê de, kurd dê helwestek çawa nîşan bidin jî nîqaş hat meşandin.
Ehmet bi lêv kir ku projeya rêveberiya demborî ya ku PYD’ê demek berê pêşkêş kiribû jî hatiye nîqaşkirin û qebûlkirin.
Ehmed diyar kir ku sedeme ku ev 6 mehe berhev nebûne, Partiya Azadiye û got di civînê de ji vê pirsgirêkê re çareserî dîtine û anî ziman ku dê li herêm Halep û Efrînê komîteyek lêpirsînê ya pispor ava bikin.
Ehmed wiha got: “Li gorî agahî, belge û şahidan derket holê ku Partiya Azadî bi komên çekdar re tevdigere û tevli êrîşên li dijî sivîlan bûne. Ji ber kuev rewş bê lêpirsînkirin dê komîteyek bê avakirin. Piştî komîte rapora xwe pêşkêş bike dê biryarê bigirin.
Serokê Partiya Azadî Mustafa Cuma bi hevkariya îstîxbarata Tirkiyeyê û komên El Qaîdeyê tê sûcdarkirin û li Herêma Federal a Kurdistanê tê parastin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, dê KYK ji vir şûnde bi rêk û pêk civînên xwe pêk bîne.