Konseya Rêveber ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) biboneya sala nû 2013’an peyamek weşand. KNK’ê di peyama dayî de diyarkir ku, Gelê Kurd salek pir dijwar û bikonseptên tunekirin û tesfiyekirinê derbaz kir, her wiha li hemberî vê gelê Kurd, gêrîla û jinên Kurd tekoşînek dîrokî û serkeftinên mezin bidest xistine. KNK’ê aşkera kir ku, di sala 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê pêngavek dîrokî hatiye avêtin û her wiha berxwedanek ya avakirina xweseriya demokratîk da.
KNK’ê di daxuyaniya biboneya sala nû dayî destnîşan kir ku, ji bo vîna gelê Rojavayê Kurdistanê bişkênin di pêşengiya AKP’ê de ambargo danîn ser gelê Rojava. KNK’ê destnîşan kir ku, “mixabin aliyek yê vê ambargoyê Rêvebiriya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ye. Sedem çi dibe bila bibe, ev helwesta Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê nayê qebûl kirin.”
KNK’ê di peyama biboneya sala nû dayî de wiha got:
“Gelê Kurd saleke pir dijwar û bi konseptên tunekirin û tesfiyekirinê derbas kir. Sala 2012’an bi komkujî û qirkirinên dewleta AKPê dagirtî bû. Dîsa jî gelê Kurd, gerilayên Kurd, jinên Kurd, li hundir û derveyî welat bi têkoşînên dîrokî, serketinên mezin û dîrokî bidestxistin. Li hemberî ku dewleta AKP’ê piştgirî û alîkarî ji hêzên derve stand jî, li hemberî têkoşîna gelê Kurd têk çû. Têkoşîna gelê Kurd, di her bûyerê de, bandoreke teqîna volkanîk kir û li tevahiya cîhanê deng veda.
Em weke KNKê têkoşîna gelê Kurd di 2012an de ya girtiyên azadiyê, ya jinên Kurd û gerilayên Kurd, bi dilsozî silav dikin. Em sersala gelê Kurd û dostên gelê Kurd, ya jinên Kurd, girtiyên azadiyê, Birêz Ocalan û gerila teva pîroz dikin.
Divê were zanîn ku, sala 2013’an wê ji sala 2012’an dijwartir derbas bibe. Ji ber ku zîhniyeta dewleta AKPê ya kujerî û faşîzan ne hatiye guhertin. Pêwiste têkoşîna me jî, berfirehtir û dijwartir berdewam bike. Pêwiste em sala 2013’an bikin sala finale û destpêka pêvajoya demokrasiya li Tirkiyê û tevahiya herêmê.
Di sala 2012’an de, li Rojavayê Kurdistanê jî pêngavek dîrokî hate avêtin û bingeha demokrasiya li herêmê hate avakirin. Gelê Rojavayê Kurdistanê di sazkariya sîstema Xweseriya Demokratîk û parastina nirxên civakî de berxwedaneke dîrokî da. Li dijî hêzên çete û paramilîter şerên destanî kirin û li dijî şerê psîkolojîk û dîplomasiya dijminatiya dibin pêşengiya AKPê de jî serketinên mezin bidestxistin.
Li beramberî gelê Rojava, di her alî de serketin bidestxistin, dek dolabên şikandina vînê têk birin jî, dibin pêşengiya dewleta AKPê de ambargo hate destpêkirin. Mixabin aliyek yê vê ambargoyê jî Rêvebiriya Herêma Federal a Kurdistanê ye. Sedem çi dibe bila bibe, ev helwesta rêvebiriya Başûrê Kurdistanê nayê qebûl kirin. Em weke KNK’ê bang li rayedarên Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê dikin ku rojekê berî rojekê ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê rakin.
Hikumeta AKPê di tevahiya salê de tecrîda li dijî Birêz Ocalan domand, şerê giştî bi kiryarên faşîzan meşand, komkujî û qirkirina siyasî, faşîzma reş li kolanan xiste pratîkê jî, gelê Kurd, eniya siyasî ya gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd, bi berxwedanên dîrokî her cure êrîş û lîstik ber alî kirin. Êdî eşkere bûye ku AKPê bi riya şer û xwîn-rijandinê nikare vîna gelê Kurd bişikîne û encamê bidestbixe.
Yek rê li pêşiya AKPê maye. Pêwiste AKP zîhniyeta inkar û tunekirinê terk bike, vîna gelê Kurd nas bike, diyaloga ku dabû rawestandin, di şertên nû û pêkanîna 3 şertên Birêz Ocalan de bide destpêkirin û riyên çareseriya demokratîk veke.
Em weke KNKê bang li tevahiya gelên cûda û civakên xwedî baweriyên cûda yên li Tirkiyê dikin ku, di sala 2013’an de, li dijî faşîzma kesk ya AKP’ê û Cemaeta Gulen, li gel têkoşîna gelê Kurd cihê xwe bigirin û di nava yekîtiyek dilsozî de, têkoşîna xwe bikin.
Tirkiye jî di nav de, Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Vê pêvajoyê, firseta pêkanîna demokrasiya gelan derxistiye holê. Di vê pêvajoya dîrokî de, bar û berpirsyarî dikevê ser milê her kesî. Em di vê pêvajoya dîrokî de, bang li her kesî dikin ku, li dijî faşîzma AKPê û zîhniyeta Îttîhadî, di nava yekîtiyek dilsoz de cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin. Bi vê hêvî û daxwazê, em di sala 2013’an deji gelê Kurd, û tevahiya gelên herêmê re serketinê dixwazin.”