Ji KNK’ê peyama pîrozbahiya cejna Êzîdiyan

Ji KNK’ê peyama pîrozbahiya cejna Êzîdiyan

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê Cejna Êzidiyan piroz kir. Di peyamê de hat gotin ku ji destpêka dîrokê û vir ve, cejnên olî, mirovahiyê teva hembêz dikin û wek bingeha aştî, wekhevî, alîkarî û nêzîkbûna dilsozî a mirovan têne pîroz kirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi mebasta Cejna Kurdên Êzidî peyameke nîvîskî weşandin û di peyamê de cejn li hemû gelê Kurd û Êzidiyan hat pîrozkirin. Di peyama de wiha hat gotin; “Cejna mezin a Êzîdiyan jî yek ji van cejnan e ku tê wateya temamkirina avakirina cîhanê. Bi vê pêwanê wate û giringiya wê mezin e û xwedî taybetmendiyek dîrokî, civakî û olî ye. Bi vê boneyê em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê,  cejna mezin ya hemû Êzîdiyan, li civaka Êzdî û tevahiya gelê Kurd pîroz dikin. Hêviya me ew e ku cejn li gorî wateya wan a dîrokî û olî bandorê li tevahiya gelan û civakan bikin, da ku di nava aştî, biratî û wekheviyê de bijîn.”

Di peyama KNK’ê de bal tê kişandina li ser girîngiya cejnên Êzîdiyan û wiha hat gotin; “ Di vê qonaxa ku Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn di pêvajoyeke gelekî dijwar re derbas dibe de, pêwiste tevahiya gelên li Kurdistanê li gel hev û ji bo jiyana bi rûmet ya paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziya cejna Êzî bi dilxweşiya avakirina yekîtiyek pir xurt û dilsoz tevbigerin û di şexsê Rojavayê Kurdistanê de, destînî-qedera paşerojên azad bi xetên zêrîn binivîsin.”

DIJMINÊ GELÊ KURD BI HEV RE TEVDIGERE

Di dewama peyamê de tê destnîşan kirin ku pêwîste ku hemû Kurd ji bo yeketiya Kurdan xebatê bidim meşandin û wiha tê domkirin; “Dijminên dagirkerên Kurdistanê li çar pareçeyên Kurdistanê, ji hev cuda tevnagerin. li çar parçeyên Kurdistanê jî civaka Êzdî bi heman dilsozî û coşa mezin cejna mezin ya Êzîdî pîroz dikin. Pêwiste em coşûxuroşa pîroziya cejna mezin ya Êzîdî, di çarçoveya coşûxuroşiya yekîtiyê de, di armanca gihiştina azadiyê de pîroz bikin.”

DI VÊ BAWERIYÊN CUDA LI GEL HEV TÊKOŞÎNÊ BIKE

Peyama pîrozbahiyê ya KNK’ê bi ban hevokan bi dawî dibe; “Di vê qonaxa dîrokî de, çeteyên ku bi desteka dewleta AKPê û Cemaeta Gulen, li Rojava êrîşî gelê kurd dikin, baweriyên cûda, gelên cûda ji hev nawejêrin û êrîşên faşîzan lidardixin. Pêwiste gel, civakên xwe baweriyên cûda yên li Rojava û tevahiya Kurdistanê ligel hev, bi pîroziya cejna Êzîdî, bi dilsoziya avakirina cîhanek azad, sazkirina jiyaneke bi rûmet  li dijî hêzên dagirker û çeteyên paramilîter têkoşînê bikin. Wateya cejnana, piranî wateya cejna mezin ya Êzîdî jî ev e. 
Bi vê pêwanê em weke KNK’ê, cejna Êzîdî, li civaka Êzdî, gelê kurd û tevahiya xwedî baweriyên cûda û gelên li Kurdistanê pîroz dikin.”