Ji Keşîşê Xirîstiyan piştgirî ji bo berxwedana Rojava

Ji Keşîşê Xirîstiyan piştgirî ji bo berxwedana Rojava

Keşîş û Serokê Fona Alîkariya Dêrên Xiristiyan Dimîtrî Paxomov anî ziman ku şerê li Sûriyê ji aliyê dewletên Rojavayî ve tê gurkirin û ev rewş şiband sefera Xaçparêzan. Paxomov komkujiyên li dijî gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û destnîşan kir ku divê Kurd weke hêzeke serbixwe û azad beşdarî Konferansa Cenewre-2 bibe.

Li Rojavayê Kurdistanê bi pişgiriya hêzên derve li ser gelê Kurd her diçe êrîş zêde dibin. Bi taybet di encama êrîşen ji meha Tîrmehê û vir ve gelek kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Li hember van êrîşên komên çete yê hovane her diçe nerazîbûn zêde dibe. Keşîş û Serokê Fona Alîkariya Dêrên Xiristiyan, Fona Navneteweyî ya alîkariya Xiristiyanan Dimîtrî Paxomov li ser vê mijarê ji ANF’re axifî û got: “bêgûman ev êrîş bi pişgiriya hêzên derve tên kirin. hêzên derve naxwazin li heremê aramî aşitiya gelan hebe”

Keşîş Paxomov êrîşên li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şiband meşa Xaçparêzan û li ser vê mijarê got; “ Divê mirov diyar bike ku birayên me yê Xirîstiyan ê li Sûriyê dijîn, weke Kurdan dibin qurbana hovîtiyên komên çete. Komkujiyên ku niha li Rojavayê Kurdistanê tên kirin bêgûman bi pişgiriya hêzên derve tê kirin. Hin hêzên derve mafê destwerdana li hemû welatan, li gel xwe dibînin. Li Sûriyê jî ji ber destwerdana van hêzan jenosîda gelê Kurd û gelê Xirîstiyan tê jiyîn. Li Sûriyê gelê cûda cûda hene, Kurd, Ermenî, Ereb û Xirîstiyan hene ev gel dikarin bi awayekî aramî bi hev re bijîn. Pêwîstî bi çek û li dijî hev şerkirinê nîne. Her wiha pêwîstiya wan bi artêşa azad a Sûriyê, komên çetê yên ji hêla Qatar û Erebîstana Siûdî tên destekkirin, nîne. Em dizanin şerê bi vî awayî encamên çawa bi xwe re bîn. Eger em bizîvirin dîrokê û meşa Xaçparêza bînin bîra xwe, wê demê jî gelê herêmê pêwîstiyên xwe yê olî û jiyana xwe ya asayî didomandin û ti pirsgirêkên wan tinebûn. Lê dema hêzên Xaçparêz hatin heremê tevliheviyek mezin destpêkir. Ji ber ku Rojava wê demê dixwest qeyd û quralên xwe li heremê bicîh bike. Ji ber vê yekê midaxaleyên bi vî rengî her dem zerarek mezin dide gelan.”

Di dewama axaftina xwe de Paxomov diyar kir ku ew wek Ortodoksê Rûsyayê hemû êrîşên hovane yên li dijî sivîlan şermezar dikin û got; “Di meha Tîrmehê de em wek şandeyeke rêxistina me çûn Libnanê. Şandeya me bi keşîşê mezin ê wî welatî Beşar Butras Arayî re hevdîtinek pêk anî. Dîsa bi Serokwezîr û wezîrê parastinê re jî em rûniştin bi hemû kesên ku em bi wan re rûniştin digotin; ‘şerê li Sûriyê dewletên Rojava gur dikin’ ev yek bi awayekî zelal anîn ser ziman. Ji Ewropayê re aşitiya heremê nelazime. Em jî wek nûnerê bawermendê Ortodoks ê Rûsyayê bêyî ku cewazî têxin nav bawerî û neteweyan dixwazin mafê hemû gelên dibin maxdûrê şer biparêzin û xwedî li wan derkevin. Bêgûman şerê wisa qirêj divê ji hêla ti kesî ve neyê pejirandin û ev êrîşên hovane yê li ser gelê sivîl bên şermezarkirin. Em parastina Kurdan, gelê Misrê û Ermeniyan dike bi awayekî giştî planên Federasyona Rûsyayê û welatên bi awayekî aqilmendî rewşê dinirxînin û pişgirî dikin”

Di dawiya axaftina xwe de Paxomov bal kişand ser girîngiya konferansa Cenewre-2 û axaftina xwe bi wisa bi dawî kir; “Li gor me divê Kurd wek hêzekî serbixwe û azad beşdarî konferansa Cenewre-2 bibin. Ev daxwaza Kurdan ji hêla Federasyona Rûsyayê jî erênî tê nirxandin. Hêzên ku dixwazin zerarê bidin Kurdan û heremê hêzên kujerin. Pêwîste mirov wan wisa binirxîne. Li gor me divê gelên li Sûriyê dijîn, der heqê pêşeroj û welatê xwe de xwedî biryar bin. Divê ev pirsgirêk ji aliyê ew gelên vê pirsgirêkê dijîn ve were çareserkirin. Kujer bi emelên xwe yê kirêt divê xwe li ser gelê heremê ferz nekin”