Ji Kerry daxuyaniya operasyonê

Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry a “Ji bo ewlehiya herêmek 98 kîlometre, em bi Tirkiyeyê re dest bi operasyonê dikin” bû sedema pirsnîşanan.

Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry a “Ji bo ewlehiya herêmek 98 kîlometre, em bi Tirkiyeyê re dest bi operasyonê dikin” bû sedema pirsnîşanan.

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry da xuyakirin ku wê bi Tirkiyeyê re dest bi operasyonek hevpar bikin, bi vê jî wê ewlehiya 98 kîlometreya sînor pêk bînin. Roportaja di televizyona CNN’ê de Kerry wiha got: “Li 98 kîlometreyê sînorê Bakurê Sûriyeyê ji bo ewlehî pêk bê, em bi Tirkiyeyê re dest bi operasyonek hevpar dikin.”

John Kerry got, “Em ê Tirkiye û Bakurê Sûriyeyê ewle bikin” û wiha berdewam kir: “Ji sedî 75’ê sînorê Bakurê Sûriyeyê niha girtiye. Tirkiyeyê bi hewldanên xwe herêm xistiye bin kontrolê. Ji bo 98 kîlometreyê maye jî bê girtin, em bi Tirkan re dest bi operasyonê dikin.”

Tê diyarkirin ku herêma 98 kîlometre herêma ji derveyî kontrola PYD’ê, herêma ku çeteyên DAIŞ’ê lê xebatan dike ye.

Kerry der barê êrîşên li Parîsê jî got, “Ne normal e, wê ne normal be, wê neyê normalkirin” ragihand ku di têkoşîna DAIŞ’ê wê hevkariya xwe bi Rûsya re zêde bikin.