Ji KCK'ê ji bo Gulîzar Kaytan peyama sersaxiyê
Ji KCK'ê ji bo Gulîzar Kaytan peyama sersaxiyê
Ji KCK'ê ji bo Gulîzar Kaytan peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi wesîleya wefata Gulîzar Kaytan peyameke sersaxiyê weşand. KCK'ê got, "Em soz didin ku em ê bîranîna dayika xwe Gulîzar, li gel Dêrsimê bi azadkirina tevahiya Kurdistanê bidin jiyîn."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata dayika yek ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber ku dayika Gulîzar a dilovan, rêzdar û kedkar jiyana xwe ji dest da, em gelekî xemgîn bûne. Em êşa malbatê û xizmên wê parve dikin û sersaxiyê ji wan re dixwazin."
KCK'ê diyar kir ku Gulîzar Kaytan ji komkujiya Dêrsimê ya weke deqek reş li dîroka mirovahiyê ket, şahidî kiriye û got, "Bi zimanekî helbestî yê tijî xemgînî û hêrs, her tim behs dikir ku dewleta Tirk a mêtînger bi kîjan barbariyê zarok, keç û xortên ciwan, kal û pîrên Dêrsimê qetil kir.
Dema têkoşîna PKK'ê ya li dîrokê dipirsî û dîroka afirand dît, bi çav û dilê xwe yê hestewar, nîşan dida ku hemû êşên Dêrsimê bi çi rengî veguherîne raperîneke mezin a azadiyê.
Dayika Gulîzar yekemîn dayika ku PKK nas kiriye bû. Rêber Apo û kadroyên destpêkê yên PKK'ê ji nêz ve nas dikir. Ji ber vê yekê her tim di nava têkoşînê de bû. Keda wê li ser hemû hevalan hebû.
Di encama zextên dewleta Tirk de, di sala 1996'an de neçar ma li Elmanyayê bicih bibe. Li derveyî welat jî, ji têkoşînê dûr neketibû, her tim bi hevalan re û di nava têkoşînê de bû."
KCK'ê soz da ku ew ê bîranîna dayika Gulîzar, li gel Dêrsimê bi azadkirina tevahiya Kurdistanê jîndar bike.