Ji KCK’ê banga hesabê ji komkujan bipirsin

Ji KCK’ê banga hesabê ji komkujan bipirsin

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê di peyama ku têkildarî 34’mîn salvegera Komkujiya Gurgumê de weşandî ragihand ku, ew careke din komkujiyê “binefret” şermezar dikin û banga “Bihêztir tevlî tekoşîna hesab pirsîna ji dewleta mêtînger û hemû komkujan bibin” kir.

Peyama Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê di derbarê 34’mîn Komkujiya Gurgumê dayî wiha ye:

“Li Tirkiyeya ku tevgera çep sîstem di xist nava tengaviyê û sala 1978’an ku Tevgera Azadiya Kurdistanê pêşdiket, di meha Kanûnê de li dijî gelê me yê Kurd û Elewî ku sempatî nîşanî tevgera me didin komkujî pêkanîn. Em careke din 34’mîn salvegera Komkujiya Gurgumê binefret şermezar dikîn û em hemû mirovên me yên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane birêzdarî bibîrtînin.

Sîstema desthilatdar ya Tirk her tim hewil da vê komkujiyê weke nakokiya navbera Elewî-Sunî bide nîşandan, lê di rastiya xwe de ne wisa bû, ev komkujî çavtirsandinek bû li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ku nû pêşdiket û ber bi partîbûyînê ve diçû, her wiha peyamek bû ji gelê Kurd-Elewî yên tu çaran li hemberî sîstema desthilatdar serê xwe netewandine re bêjin “serê xwe nerakin, ger hûn serê xwe rakin em dê we biperçiqînin” û xwestin pêşî lêbigirin ku li gel Tevgera Azadiya Kurdistanê re nebin yek. Ji ber vê sedemê netesadûfe ku di navbera damezirandina PKK’ê û Komkujiya Gurgumê de mehek heye. Lê belê gelê me guh nedane vê gefên mêtîngertiyê, tekoşîna azadiyê meşandine û xwedî li tekoşîna partîbûna azadiyê derketine her wiha gihandine astekî hîn jortir.

Ev komkujî encamên polîtîkayên dewleta Tirk ya mêtîngere ku piştî tekoşîna azadiya Kurdistanê bitaybet li Gurgum, Dîlok, Semsûr, Meletiyê û bajarên weke vana di nava gel û kedkaran de pêşket, çêbû. Polîtîkaya wek gelê li ser sînor bikin Tirk, Kurdên li vir jî jiyan dikin di nava sîstema netew-dewletê de bihelînin, ger ew jî çênebû Kurdan bitirsînin û bihelînin, her wiha valakirina Kurdistanê polîtîkayek bû ketibû meriyetê. Weke encama vê komkujiyê bi sedhezaran gelê me neçarmabû ku herêmê terk bikin. Neçar hiştin ku ji welat û çanda xwe dûr jiyana bikin. Di cewher de ev rewş weke qopeke li ser mile gelê me yê Kurd-Elewî û pêwîste destpêkê vê pirsgirêkê derbaz bikin.

Li rexmî ku 34 sal li ser re derbazbûn jî, di komkujiya ku bi sedan gelê me têde jiyana xwe ji dest dayî de yên ku fermana komkujiyê dane nederxistine holê û nehatine darezandin. Ev jî dide diyarkirin ku, dewleta rastîn ya di sîstema dewleta Tirk de çiqasî di kûrahiyê de ye. Çawa ku hikumeta AKP’ê hewil dide ji bo komkujiyên wisan yên li Kurdistanê rûda ne dernekevin holê, her wiha tehemûla protestoya komkujiyê jî nake. Ev yek nîşaneya herî zelale ku AKP xwedî li komkujiyan derdikeve. Li aliyekê hikumeta AKP’ê bigotinên “bipaşerojê re rûbirû hatin, azadiya baweriyê” û whd gelê me yê Elewî mijol dike, li aliyê din jî li ser bingehê rûbirû hatinê pêngavekê na avêje û di rêya azadiya baweriyê de hewildanekî fermî nake. Duh tenê armanca saziyên Elewî ew bû ku kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîrbîne, lê belê hikumet ketiye nava nêzîkatiyekî ew qas kîndar de bi hovane êrîşî girseyê kir û da nîşan kirin ku, ew jî xwedî li feraseta komkujiyê ya li dijî Elewiyan derdikeve. Rejima AKP’ê beriya çend rojan xwe amade dikir ku êrîşî gel bikin, li ser hemû rêyên ketina bajarê Gurgumê hatibûn girtin û destûr nedan ku gelê me bikeve nava bajar, her wiha rastiya şêwazê çewisandina hemû Kurdan, Elewî û tevgera çepgiran careke din danî holê.

Lê belê pêwîste were zanîn ku, gelê Kurdistanê ku di dîrokê de teslîmî ti ferasetên desthilatdarî û dîlbûnê nebûye, dê teslîmî nûnerê îro yê mêtîngeriyê hikumeta AKP’ê ku dixwaza wan tune bike nebe, dê tekoşîna xwe hînbêhtir bilind bike, çanda xwe ya resen jiyan bike û neslekî azad bi afirîne. Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê careke din di 34’mîn salvegera Komkujiya Gurgumê de hemû mirovên me yên jiyana xwe ji dest dane bibîrtînîn û bang li gelê xwe yê Elewî dikin ku, ji her demê zêdetir rêxistina xwe xurt bikin, yeketiya xwe pêşbixin û di nava piştevaniyê de bin.”

ÎNFAZKIRINA CIWANA ERKÊ POLÎSAN YÊ VEŞARTIYE

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê balkişande ser înfazkirina ciwanên Kurd ya ji aliyê polîsan ve û wiha got: “ Sîstema mêtînger ya ku hewil dide bi rêbazên cûda yên şerê taybet ciwanên Kurd ji rastiya wan dûr bêxe, bi armanca helandinê digire, îşkence dike û di nava kolana de înfa dike. Weke di mînakên ji Ugur Kaymazan, Şerzan Kurt û heya Aydin Erdeman û tevayî ciwanên Kurd yên ji aliyê polîsan ve hatin înfaz kirin de tê dîtin ku, di bûyerên bi vî awayî de tu cezayê nadin polîsan. Înfazkirina ciwanên Kurd weke erkek veşartî yê polîsane.

Herî dawî li Amedê Ozgur Arda ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin, weke berdewama polîtîkayên komkujîwarî û mêtîngeriyê ne. Em sersaxiyê ji malbata Ozgur Arda yê ku li nava bazara navçeya Sûrê bi awayek hovane hate qetilkirin û tevayî gelê Kurd dixwazîn. Ji bo kujerên Ozgur Ardayan bêhesab nemînin, ciwanên Kurd li nava kolanan bi guleyên polîsan neyên kuştin û her wiha ji bo li Kurdistanê jiyanek wek ya mirovan çêbibe, em dixwazîn bêjîn bi tekoşîna azadiyê ya em didin meşandin dê bibîn serkeftinê û dê bîranîna Ozgur û hemû ciwanên Kurdistanê bidîn jiyan kirin. Em bang li tevayî gelê xwe dikin ku, bi awayek bihêztir tevlî tekoşîna hesab pirsîna ji dewleta mêtînger û komkuj yên ciwanên me yên bêguneh dide ber guleyan, Roboskiyê bi balefiran bombebaran dike û komkujiyê pêktîne, bibin.”