Ji KCK’ê bang: Zarokên xwe hefteyekê neşînin dibistanê
Ji KCK’ê bang: Zarokên xwe hefteyekê neşînin dibistanê
Ji KCK’ê bang: Zarokên xwe hefteyekê neşînin dibistanê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, beriya ku sala perwedeya nû bê dekirin daxuyaniyek da û diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî zimanê dayikê rastiya AKP’ê daniye holê û banga boykota hefteyekê kir. KCK’ê da zanîn bila malbat hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanê.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku di van rojên ku dibistan vedibin de divê li dijî polîtîkaya ‘Qirkirinê ya çandî û asîmîlekirinê’ ya li ser zimanê kurdî helwest bê girtin û têkoşîn bê bilindkirin. KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bang ki rku bi hefteyeke boykotê re bila hemû kes tevli mîtînên ‘Em bi zimanê dayikê perwerdê dixwazin’ bibin.
DEWLETA TIRK SÛCEKÎ GIRAN DIKE
KCK’ê wiha got: “Dibistan di 16’ê îlonê de vedibin. Li Kurdistanê dê zarokên me her sibê bi ‘Ez tirk, rastim... hebûna min ji hebûna tirk re bibe diyarî’ dest bi rojê dikin. Ev rastî derdixe holê ku zilmek çawa rojane li ser kurdan pêk tê. Ji qirkirina fîzîkî wêdetir, qirqirineke girane ku li ser kurdan tê meşandin. Dewleta tirk bi van pêkanînên li ser kudan sûcekî ku mijara darazeke giranek dike. Dewleta tirk bi sedsalane bi zanebûn û plankirî hewl dide kurdan tune bike û hêzên navnetewî jî vê dipoîne û heta piştgiriyê dide.
Bi avabûna komara tirk re , bi taybet di salên 1924’an de bi awayekî sîstematîk li ser kudan polîtîkayata tunekirinê hatiye meşandin. Raporên Dêrsîmê û Plana Şark Islahatê belgeyên fermî yên dewletê ne. Kurdistan bi vî awayî aniye rewşa netewbûna kurd. Ji ber gelek rê hatine ceribandin û îro jî tê domandin.
Qedexkeirina ziman, perwerde, zextên li ser çanda kurd, Kurdistan di alî aborî û civakî de aniye asta ku mirov nekarin bijîn, kurd koçî Ewropayê kirin. Bi bendavan xweza û çanda kurd tuen kirin. Nêvî kurdan zêdetir çanda xwe jibîrkirine û derxistiye holê kur çiqas pêkanînên hovane dimeşîne.
AKP DI POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN QIRKIRINÊ DE ISRAR DIKE
Tê zanîn ku ev polîtîka kurdan berbi tunebûnê dibe. Di salên PKK derket de dewleta tirk bawer bû ku dê kurdan tune bike. bi têkoşîna ku PKK’ê da destpêkirin armanc kirin ku mêtîngeriya li Kurdistanê rabikin. Ev 40 sale ev têkoşîn didome û hemû rastiya mêtîngeriya qirkirinê derxistiye holê. Gelê kurd jî ev mêtîngerî qebûl nekiriye û li dijî vê têkoşîn derxistiye asta herî jor.
Ligel ku mêtîngeriya qirkirina çandî hatiye teşîrkirin û ji aliyê gelê kurd ve nehatiye qebûlkirin jî dewleta tirk di polîtîkayên qirkirinê de israr kiriye. Di qada ziman û çandî de polîtîkaya qirkirinê hedef girtiye. Carna hinek tişt nerm kiriye û lê polîtîkayên xwe yên tunekirinê domandiye. Hinek tiştên ku kiriye jî ne ji bo rakirina qirkirina çandî, berovajî vê ji bo serê hinek tiştan bigire hatiye pêkanîn. AKP li aliyekê dibêje perwerdeya zimanê dayikê teqez nabe, zimanê dayikê dê netewê parçe bike û li aliyê din jî dibêje me li dibistanan dersên hilbijarte qebûl kiriye.
DIVÊ MEŞ BÊN LIDARXISTIN
Di van rojên ku dibistan tên vekirin de divê li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî ya li ser zimanê kurdî têkoşîn bê bilindkirin. Bi vî awayî divê nîşan bidin ku ev qirkirin nayê qebûlkirin. Ji bo vê boykota hefteyekê ya dibistanan divê hemû gelê me tevli bibe û malbat hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanan. Divê hemû malbat û zarok li ber Midûriyeta Perwerdehiyê tevli meşên‘Em perwerdehiya ziman dixwazin!’ bibin.