Ji KCD û HDP peyama sersaxiyê
Ji KCD û HDP peyama sersaxiyê
Ji KCD û HDP peyama sersaxiyê
Hevserokatiya HDP û KCD'ê, ji ber wefata Gulîzar Kaytan dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan, peyama sersaxiyê weşandin.
Di peyama Hevserokatiya KCD'ê de hat bibîrxistin, ku Kaytan a Komkujiya 38'an a Dêrsimê dîtibû, ji ber zext, binçavkirin û girtinên li Dêrsimê, di sala 1996'an de neçar ma koçî Elmanyayê bike û hat gotin, "Dayika Gulîzar ku dayika Hayatî Kaytan ê li girtîgehê bi nexweşiyeke giran ketiye, bûye yek ji dayikên me yên bi sebir û dayika zarokên leheng û wê ti carî neyê ji bîrkirin." Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bawerin ku tevahiya gelê me wê bi awayekî girseyî li Dêrsimê xwedî lê derkeve û wê oxir bike. Bi vê bîr û baweriyê, di serî de malbata wê em ji tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."
HDP: BILA SERÊ GELÊ ME SAX BE
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di peyama sersaxiyê de gotin, "Ji ber wefata şahida zindî ya Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Kaytan em gelekî xemgîn in.
Gulîzar Kaytan a bîra wê bîra komkujiya Dêrsimê, jiyana wê mînaka jiyana gelê Dêrsimê bû, em dibêjin bila rehma Xwedê lê be, ji malbat, xizmên wê, Dêrsimî û tevahiya gelê me re sersaxiyê dixwazin."