Ji însiyatîfên gel banga mîtînên Nisêbîn û Cizîrê
Ji însiyatîfên gel banga mîtînên Nisêbîn û Cizîrê
Ji însiyatîfên gel banga mîtînên Nisêbîn û Cizîrê
Însiyatîfa Gel a Mêrdîn, Riha û Amedê daxuyaniyek da û diyar kir ku di 22’ê Kanûnê de bi armanca dîwarên şermê yên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de şermezar bikin li Nisêbîn û Cizîrê mîtîngan pêk tînin banga tevlibûnê kir.
Însiyatîfê da zanîn ku îro komên çeteyan ku di bin kontrola gelek dewletan de ji ser Tirkiyeyê êrîşê gelê Rojava dike û gelê Rojava li dijî van êrîşan bi canê xwe têkoşînê dimeşînin û peyama berxwedan û qehremaniyê daye hemû cîhanê.
Di bedewamiyê de hate gotin ku TC û AKP îro qezencên kurdan qebûl nakin û dijminahî û înkara kurdan li Kurdistanê dimeşîne û got: “AKP û TC bi her cureyê dij mirovahî êrîşê gelê Rojava dike.
Li dijî van pêkanînên dij mirovahî PKK û gelê kurd têkoşîneke bêhempa daye û pêkanîn vala derxistine. Tu pêkanînên ku kurdan parçe dikin qebûl nekirine û têkoşînek mezin dane. Divê tiştên li Rojava tê xwestin bêkirin, desturê nedinê. Em Rojavane. Divê em bi vê hişmeniyê em têkoşîna nîşanê hemû cîhanê bidin. Gelê kurd dê desturê nede Lozana duyemîn.
Divê em azadiya Rêber Apo wek azadiya xwe bibînin û li dora Rêber Apo bibin xelek. Dîsa ji bo berdana girtiyên nexweş û îşkenceyê divê em bertekên xwe nîşan bidin.
Ji bo vê di 22’ê Kanûnê de li dijî van pêkanînên qirkirin û înkarê dê li Cizîrê hesab bê pirsîn. Gelê me dê komkujiya Rojava, Roboskê, Licê û Geverê bi vê meşê şermezar bike û hesab bipirse. Êdî tu tehemula me bo vê nemaye.
Însiyatîfa gel a Rihayê jî diyar kir ku dewleta faşîst û mêtînger a Tirk li Kurdistanê dîwarên şermê ava dike û bi vê dixwaze şoreşa gelê Rojava asteng bike û nehêle bihêje Bakurê Kurdistanê. Însiyatîfê ji bo mîtînga ku li Cizîrê pêk tê bang kir.
Însiyatîfa Gel a Mêrdînê ji bo mîtîngên ku li Nisêbîn û Cizîrê pêk tên bang kir.