Ji hikûmetê daxuyaniya 'paket'ê

Ji hikûmetê daxuyaniya 'paket'ê

Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay piştî 'Civîna Paketa Demokratîkbûyînê' ya li Navenda Giştî ya AKP'ê daxuyaniyek da û îdîa kir ku 'paket dê her kesî hembêz bike.'

Piştî civîna roja Sêşemê ya li Avahiya Fermî ya Serokwezaretiyê ya bi mijara Sûriyê, îro jî, der barê pêvajoya çareseriyê de civînek hat lidarxistin. Civîna li Navenda Giştî ya AKP'ê 3 saetan dewam kir. Hat ragihandin ku civîna duyemîn wê roja Înê pêk were.

Li dû civînê Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay daxuyaniyek da û got, "Dê bibe paketek her kesî hembêz dike. Înşalleh emê roja Înê temam bikin û di demeke guncaw de Serokwezîrê me vê paketê ragihîne. Ji ber ku paketeke mezin e, lewma em dixwazin yekser ji aliyê wî bi xwe ve were aşkerakirin. Dema daxuyaniyê ne diyar e, emê roja Înê li ser bixebitin, înşalleh emê wê rojê biqedînin. Eger neqede, dê dewam bike. Ji ber ku gelek sernav hene, lewma pêwistî bi analîzeke hûr û kûr heye."

Der barê civînê de Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk jî daxuyaniyek da. Çelîk di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de got, "Civîna me ya duyemîn a li ser Paketa Demokratîkbûyînê, dê di 13'ê Îlona 2013'an de piştî civîna me ya MKYK pêk were. Li dû civîna roja Înê, dê mijarên li ser lihevkirin çê bûye, di rojên pêş de ji aliyê Birêz Serokwezîrê me ve bi raya giştî re were parvekirin."

Civîna îro, piştî daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ku ragihandibû ew vekişîna gerîla radiwestînin, pêk hat.

Di daxuyaniya 9'ê Îlonê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar ku ji ber xemsariya hikûmeta Tirk a li pêşberî gavên wan avêtine û ji ber ku di warê demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd de ti gav neavêtiye, wan vekişîna gerîla rawestandine.

Hevserokatiyê got, "Yê ku agirbesta me, vîna me ya vekişîna gerîla û vekişîna gerîla ya di astegeke muhîm de girîng nedîtiye, yê ku bersiveke rast nedaye vê û ev pêvajo weke rewşe mijûlkirinê bikar aniye û xwestiye li ser vê bingehê bi rewşeke agirbestê bikeve hilbijartinên herêmî û hilbijartinê bi ser bixe hikûmeta AKP ye. Lewma berpirsyarê vê rewşê hikûmeta AKP'ê bi xwe ye."

Hevserokatiyê, tevî "hemû nêzîkatiyên xemsar û bêberpirsyar" careke din bang li hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk kir ku ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd gavê biavêje. Hevserokatiyê got, "Vekişîna gerîla rawestiya, lê rewşa agirbestê dê dewam bike. Bi dewamkirina agirbestê re firsend ji AKP'ê re tê dayîn ku di çarçoveya projeya Rêber Apo de gavê biavêje."