Ji hevdîtina Erdogan-Bahçelî hilbijartin derket holê!

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan ê ku piştî bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî civiya, diyar kir ku wan li ser hilbijartina pêşwext li hev kirine û ew ê hilbijartina pêşwext di 24’ê Hezîranê de pêk were.

Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokê AKP'ê Erdogan li Beştepeyê daxuyanî da. Erdogan got: “Biryar hat dayîn ku wê di 24’ê Hezîrana 2018’an roja yekşemê hilbijartin pêk bê."

Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, li Qesra Serokomariyê nîv saetê civîn li dar xistin. Erdogan piştî civînê daxuyanî da û wiha got: “Îro me li gel birêz Devlet Bahçelî civînek berfireh pêk anî. Wek ku hûn dizanin beriya niha jî li gel Bahçelî ji bo pirsgirêkên welat em hatin gel hev û me li ser pirsgirêkan nîqaş kir. Di civîna îro de me bi berfirehî mijaran girt dest. Îro me firseta pêşniyara Birêz Bahçelî ya hilbijartina pêşwext nirxand.  Ji bo guhertina pergala rêveberiyê me bi birêz Bahçelî re û bi piştevaniya wî hilbijartina referandûmê pêk anî. Tirkiye ji 16’ê Nîsanê vir ve hêj bi pergala kevn tê birêvebirin.  Me dixwest em di mijdara 2019’an de hilbijartinê pêk bînin. Lê encax ji ber operasyonên derve sînor û operasyonên hundir hin tişt ne diyar dibûn û me anî rewşek neçarî. Me li ser pêşniyara Bahçelî muzakere kir. Di encama îstîşareya li gel birêz Bahçelî em gihîştin vê encamê ku di 24’ê Hezîrana 2018’an de hilbijartina pêşwext pêk bînin.”

HILBIJARTINA BI DARÊ ZORÊ

Gelek pispor û siyasetmedaran diyar kiribûn dibe ku hilbijartineke pêşwext were kirin. Lê ji ber ku hê tu berendam nehatine tespîtkirin, ev hilbijartin ji hilbijartina pêşwext wêdetir tê wateya hilbijartineke bi darê zorê.

Li gorî rewşa asayî divê hilbijartinên giştî û yên serokkomariyê di 3’ê Mijdara 2019’an de were kirin. Lê beriya wê jî di Adarê de hilbijartinên şaredariyê hene. Erdogan ê ku bi awayê fîîlî hemû raye di destên wî de ne, wê rayeyên xwe zêdetir bike.

BAHÇELÎ MIKUR HAT: EM HETA 2019’AN NIKARIN LI BER XWE BIDIN

Bahçelî roja Sêşemê axivîbû û gotibû , “Pergala hikumeta Serokkomariyê hê baş neketiye dewrê. Ne mumkun e ku Tirkiye heta 3’ê Mijdara 2019’an li ber xwe bide.”

BÛLDAN: JI SÎLLEYA KURDAN RE AMADE BIN

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di axaftina xwe ya civîna meclîsê de gotibû, “Min berê jî gotibû koalîsyona AKP-MHP’ê heta 2019’an nikarin li ber xwe bidin. Gotina Bahçelî ne bi tenê ya wî ye. Bahçelî bêyî Erdogan nikare tiştekî wisa bibêje. Lê em ji wan re dibêjin, fermo va ye meydan vala ye. Em ji hilbijartinê re amade ne. Bila ew jî di hilbijartinan de amade bin ku, ew ê sîlleya Kurdan bixwin. Kurd xwe amade dikin ku di hilbijartinê de sîlleyan li we bidin.”

HILBIJARTINA ÇAWA

Tirkiye di serdemeke faşîst de ye. Di vê serdemê de qetlîam û dagirkerî zêde bû. Nifûsa kesên di girtîgehan de di sala 2002’an de 60 hezar bû, di dawiya sala 2017’an de bûye 230 hezar. Bi sedan rojname, radyo û tv hatin girtin. Bi hezaran rojnameger, siyasetmedar û hunermend di girtîgehan de ne. Şaredariyên Kurdan hatin xespkirin, hevşaredar hatin girtin. Êrîşên dagirkeriyê zêdetir bûn. Nîjadperestî û neteweperestî zêdetir bû, edalet û medya ket bin fermana desthilatdariyê.