Ji FEDA'yê ji bo Gulîzar Kaytan peyama sersaxiyê
Ji FEDA'yê ji bo Gulîzar Kaytan peyama sersaxiyê
Ji FEDA'yê ji bo Gulîzar Kaytan peyama sersaxiyê
FEDA'yê ji ber wefata Gulîzar Kaytan, peyamek sersaxiyê weşand.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku dayika yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan, duh li mala keça xwe ya navçeya Konya Ereglî ji nişka ve nexweş ketiye û li nexweşxaneyê ber bi heq ve çûye.
Hat ragihandin ku dayika Kaytan; di serî de komkujiya Dêrsimê di hemû qirêjiyên faşîzma dewleta Tirk a 85 salan de hem mexdûr, hem şahid, hem jî mîna mewziyeke nîşaneya sekna li dijî zilmê, bi tevahiya malbata xwe re têkoşiya ye.
FEDA'yê di daxuyaniya xwe de got, "Ji ber van taybetmendiyan, em wê ne tenê dayika zarokên xwe, weke dayika tevahiya dilsozên doza Kurd û Kurdistanê, canên ji bo azadiya baweriya Elewî, dayika dildarên doza maf a mirovahiya mezlûm dibînin û bi rûmetdarî xwedî lê derdikevin" û destnîşan kir ku ev dayik wê weke lehengek efsanewî ji nişfên pêş re bê ragihandin.
Di daxuyaniya FEDA de hat gotin, "Em dibêjin rehma Xwedê li Dayika Gulîzar be. Rawestgeha mirovahiyê ya li vê cîhanê temam kir. Di vê rêwîtiya ronî ya wê de, bila hemû Dapîr bi wê re bibin Cem. Bila Pîrên me, Ocaxên me, Seyîdên me, Ziyaretên me yên pîroz, deriyên dil jê er vekin. Bila Duzgun Baba, Mûnzûr Baba jê re malûvaniyê bikin.
Bila cihê wê ocaxên Dêrsimê yên bi Nûr be, Devr-î daîm be, Xizir rêhevalê wê be."
FEDA'yê di serê de ji malbata wê re, hemû hezkirî û welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.