Ji Erdogan re name nivîsandin, lê 10 meh ceza li wan hate birîn

Li Girtîgeha tîpa F a Bolûyê 3 girtiyên ku ji Serokê AKP'ê Erdogan re name nivîsandin, bi 10 mehan cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Zextên li ser girtiyan dewam dikin. Girtiyên ku name dinivîsin tên cezakirin. Bi ragihandina Rewşa Awarte re  binpêkirina mafên mirovan derket asta herî jor. Girtiyên ku mafên wan tên binpêkirin û xwestin zextên li ser wan tê meşandin bi cemaweriyê re parve bikin, name şandin, lê cezayê girtîgehê li wan hate birîn.

3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, ji ber ku bi rêya nameyê zextên li wan tên kirin parve kirin, cezayê girtîgehê xwarin. Nameya ku girtî Omer Saraç, Mehmet Bedrî Kocakaya û Îzzet Muslim El Cumo ji Erdogan re nivîsandin, bû sedema cezakirin. Girtiyê siyasî yê Bolûyê Omer Saraç, bi rêya xizmên xwe zextên li wan tên kirin, eşkere kir. Saraç diyar kir, ku wî û 2 hevalên wî ji bo zextên li wan tên kirin ragihînin, name nivîsandin û xwestin bi raya giştî û Erdogan re par ve bikin. Lê bi sedema 'Heqaret li Serokomar kirine' li her yekî ji wan 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Dozgerê Komarê di nameya Omer Saraç,  Mehmet Bedri Kocakaya û Îzzet Muslim El Cumo ya ku ji Erdogan re nivîsandin de gotina "Polîtîkayên komkujiyê yên li hundir û derveyî Tirkiyeyê li ser gelê Kurd tên meşandin... Di pêvajoya ku gelên Rojava bi berxwedana heybet di dîrokê de bi tîpên zerîn navê xwe dinivise, hûn wekî dewlet vê yekê tehamul nakin û bi hêza xwe ya leşkerî û çeteyan xwe êrîşî gelê Efrînê dikin" wekî sûc pênase kir. Dozger ji ber van gotinan bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kirine" heta 10 mehan ceza xwest û îdîaname amade kir û ji 1'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Boluyê re şand. Dadgeha Asliye Ceza jî li 3 girtiyan ji bo her yekî 10 meh cezayê girtîgehê birî. 

Saraç anî ziman ku cezayê li wan hatiye birîn bi awayekî kêfî li wan hatiye birîn û wiha got: "Me xwest bi saziyên fermî û sivîl zextên ku li ser me tên meşandin bînin ziman û parve bikin. Me xwest hestiyariyekê ava bikin. Bi van cezayan dixwazin em ji daxwazên xwe vegerin û me bêdeng bihêlin. Dixwazin me ji vî halê me razî bike. Ji ber ku em dixwazin dengê xwe bilind bikin ceza li me dibire. Li şûna dengê me bibihîze, bi cezayê dîsîplîn û girtîgehê bersivê didin. 

Rêveberiya girtîgehê bi hinceta rewşa awarte û biryarnameyan ziyaretê me yên mehane kir 2 mehan carekê. Pirtûkên me kom kirin. Her girtiyek dikare tenê 5 pirtûkan li cem xwe bigire. Qada hevpar hae girtin. Bi rengekî kêfî li me digerin. Alav û amûrên me tên belavkirin. Lênûsk û nîşeyên me bi kêfî tên desteserkirin. Girtiyên nexweş nayên sewqkirin. Daxwazên me yên guhertina odeyan tên redkirin. Gelek pêkanînên din ên kêfî zêde dibin."