Ji Dihê heta Reqayê, destana berxwedanê ya 33 salan

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, bi Pêngava 15'ê Tebaxê de rastiya gelekî nû yê şer dike, hatiye afirandin.

Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 33'an de ye. Fîşeka destpêkê ya li Dihê û Şemzînanê hate teqandin, îro Rojava, Reqayê azad dike. Kurd cejna xwe ya vejînê bi ruhê berxwedanê yê Fermandar Egîd, Bedran, Erdal, Abdullah Ekîncî, Mehmet Sevgat pîroz dikin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bi wesîleya salvegera 33'an  a Pêngava 15'ê Tebaxê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û destnîşan kir, ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re rastiya gelekî nû yê şer dike afiriye.

12'Ê ÎLONÊ WEKE DARBEYA TEMAMKIRINA QIRKIRINA GELÊ KURD PÊK HAT

Bayik di salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de, di şexsê fermandarê mezin Egîd û egîdê berxwedana xwerêveberiyê Çiyager de, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî û destnîşan kir, ku ew careke din sozê didin, ew ê xewn û xeyalên wan bi encameke bêhempa bi ser bixînin.

Bayik di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca esasî ya darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê û anî ziman, ku bi vê darbeyê re xwestin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bieciqînin, vîna gelê Kurd bişikîne, mêtingeriya qirker serdestiya xwe ya li nava civakê ji berê xurtir bike û di dawiyê de jî qirkirinê temam bike.

Bayik destnîşan kir ku darbeya faşîst a 12'ê Îlonê weke darbeya temamkirina qirkirinê ya li Kurdistanê pêk hat û got, "Ji ber vê yekê gelekî tund êrîş kir. Li ku derê koma Apoyî hebû, rêxistina PKK'ê hebû, ji bo tinekirinê êrîş kir."

BI PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ RE PÊŞÎ LI ARMANCÊN DARBEYÊ HATE GIRTIN

Bayik anî ziman, Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an jî di mijara "PKK wê hebe yan tasfiye bibe" bû bersivek û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê beriya her tiştî tê wateya pêşîgirtina li polîtîkayên cunta faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê yên li ser PKK'ê, astengkirina êrîşên cuntayê yên li Kurdistanê.

Darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê li pêşberî PKK'ê bi ser neket. Bi darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê re xwestin PKK'ê, Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bikin û bi vî rengî qirkirina li Kurdistanê temam bikin. PKK a bi pêşengiya Rêber Apo, hê sala 1984'an armanca darbeya faşîst a leşkerî têk bir, derb lê da û nehişt bi ser bikeve."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser encamên girîng ên Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gel û got, "Faşîzma 12'ê Îlonê ne tenê ji bo eciqandina PKK'ê hatibû; ji bo eciqandina civaka Kurd pêk hatibû. Wê civaka Kurd bê îrade bihişta û bikira civakeke li qirkirinê vekirî."

GELÊ KURD DÎT KU ZEXT Û MERC ÇIQASÎ GIRAN JÎ BE DIKARE LI BER XWE BIDE

Bayik destnîşan kir, di demekê de, ku faşîzma 12'ê Îlonê digot 'Min ev bi ser xist, min rastiya gelekî ku li qirkirinê vekiriye derxist holê' Pêngava 15'ê Tebaxê pêk hat. Vê yekê Kurd jî xiste nava şoqê. Di nava şert û mercên gelekî giran de bêhn anî ber Kurdan. Gelê Kurd ev dît; zext û zordarî çiqasî giran dibe bila bibe, mirov dikarin li ber xwe bidin. Hat dîtin, ku PKK li ser soza xwe ye û soza xwe bi cih tîne."

GOTINA 'HÊVÎ JI SERKETINÊ HÊJATIR E' DI NAVA CIVAKA KURD DE ZINDÎ BÛ

Bayik anî ziman, Pêngava 15'ê Tebaxê hêviyeke mezin da gelê Kurd ku ji bo azadî û demokrasiyê dikare têbikoşe û got, "Mîna ku Rêber Apo dibêje 'hêvî ji serketinê hêjatir e'. Ev rastî di nava civaka Kurd de zindî bû."

Bayik da zanîn, bi vî rengî bingeh ji gelê Kurd re afirî ku têkoşîna azadî û demokrasiyê bi ser bixîne.

15'Ê TEBAXÊ PÊVAJOYA VEJÎNA GELÊ KURD DA DESTPÊKIRIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, ku 15'ê Tebaxê pêvajoya vejînê ya gelê Kurd daye destpêkirin û bibîr xist, ku ji ber vê yekê 15'ê Tebaxê weke roja vejînê tê bîranîn.

Bayik ragihand, fîşek destpêkê ya 15'ê Tebaxê li qereqolên di mejiyê Kurdan de ne hatiye xistin û got, "Fîşeka ku roja 15'ê Tebaxê li Dihê, Şemzînanê li hemberî qereqolan û hêzên leşkerî hate teqandin, li zîhniyet, newêrekî û serîtewandina gelê Kurd hate xistin."

YEKEMCAR BI RENGEKÎ PLANKIRÎ ŞER LI DIJÎ DEWLETÊ HATE DESTPÊKIRIN

Bayik da xuyakirin, ku Apoyî beriya sala 1980'ê jî li dijî polîs û leşkeran şer kirin, lê belê pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê gelekî cuda ye û got, "Yekemcar şerekî bi plan li dijî dewletê hate destpêkirin. Çalakiyên beriya 12'ê Îlonê hatin kirin, şerê gerîla nebû. Çalakiyên li dijî polîs, çete û leşkerên hewl didan pêşî li rêxistinbûnê bigirin, bûn. Ji xwe taktîka wê demê weke şîdeta şoreşgerî ya li dijî rêxistinên ajan, dihate pênasekirin. Fîşeka di 15'ê Tebaxê de hate teqandin, di rewşa derûnî ya Kurdan de, di hestên Kurdan de û di nêrîna li bûyera Kurdan de rê li ber guhertinên mezin vekir. Li hemberî newêrekiya 'nabe, nikare bê kirin; em nikarin bikin, em neçar in êdî serî bitewînin û bibin Tirk, wekî din çare nîne' fîşeka destpêkê li wê rewşa derûnî ket, li wê paşverûtiyê ket. Ev gelekî girîng e. Pêwîste Kurd vê rastiyê bibînin. Ji ber ku heta salên 1970'î qereqol di mejiyê Kurdan de ava bû bûn. Salên 1970'î Apoyiyan qul di van qereqolên li mejiyan vekirin. Bi 12'ê Îlonê re xwestin van qulan dagirin û qereqolan xurtir bikin. Di 15'ê Tebaxê de fîşeka destpêkê li wan qereqolên di mejiyê Kurdan de, li wê bê hêvîtî, bê îrade, bê baweriyê ket. Lewma fîşeka destpêkê li dijmin wêdetir, li zîhniyeta Kurdan ket."

Bayik da zanîn, ku beriya her tiştî diviyabû ew qereqolên di mejiyê Kurdan de bihata tinekirin, ew paşverûtiya li nava Kurdan ji holê bihata rakirin û got, ji ber vê yekê Pêngava 15'ê Tebaxê gelekî girîng e.