Ji DEM Partiyê peyama 1'ê Îlonê: Ji bilî avakirina aştiyê ti careya me nîne

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşandin û gotin, "Heta îro gelek berdêl hatin dayin, êş hatin kişandin. Ji bilî avakirina aştiyê ti çareya me nîne."

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşandin. Peyam bi vî rengî ye:

"Di vê serdemê de di serî de Filistînî û Kurd û temamê gelên Rojhilata Navîn di bin êrişên giran de ne, şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê kûrtir dibe û li gelek deverên cîhanê şer û pevçûn didomin. Îro tişta herî watedar ew e ku em têkoşîna aştiyê ji her demê zêdetir bilind bikin.

Bersiva herî xweş a ji bo kesên ku paşeroja xwe bi îstismarkirina zarok, jin û bi milyonan ve girê didin, afirandina jiyaneke nû ye ku tê de mirov di nav aştî û yekîtiyê de wekhev bijîn. Tevî rewşa tarî ya ku em tê de ne, dîsa jî mirovahî dikare vê yekê pêk bîne.

Dinyayeke din pêkan e ku her kes bi zimanê xwe, ola xwe û rengê xwe bi azadî û wekhevî bijî. Hêlên berjewendîperest û komên ku ji pevçûnan xwe ava dikin faşîzmê geş dikin û defê şer lê dixin. Lê belê di qêrîna bêdeng a bi milyonan kesan de aştî û yekîtî, wekhevî û azadî heye.

Heya niha gelek berdêl hatine dayîn û gelek êş hatine kişandin. Niha ji bilî avakirina aştiyê tu çareya me nemaye. Ji bo vê yekê hêza me jî heye, baweriya me jî.

Em ê di 1'ê Îlonê de li dijî şer, li dijî tecrîdê, li dijî darbeyan, li dijî nîjadperestî û bêhiqûqiyê deng û daxwaza aştiyê ya milyonan bilind bikin.

Em ê di 1'ê Îlonê de bi dirûşma 'Em li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê bilind bikin' dakevin qadan."