Ji DEM-KURD'ê banga hilbijartinê: Bi ruhê seferberiyê em bersivê bidin

DEM-KURD'ê banga seferberiyê li hilbijêrên li Ewropayê kir. Hevserokê DEM-KURD'ê Fûat Komur bang li pêkhateyên HDP'ê kir ku bi pêngaveke şoreşgerî tevlî dengdanê bibin.

DEM-KURD'ê banga seferberiyê li hilbijêrên li Ewropayê kir. Hevserokê DEM-KURD'ê Fûat Komur bang li pêkhateyên HDP'ê kir ku bi pêngaveke şoreşgerî tevlî dengdanê bibin.

Hevserokê DEM-KURD'ê ya Swîsreyê Fûat Komur, hilbijartinên 1'ê Mijdarê nrixand û banga seferberiyê li pêkhateyên HDP'ê kir.

Komur bibîr xist ku piştî têkçûna AKP û Erdogan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, li hemberî Kurdan û gelên Tirkiyeyê şer hatiye îlankirin û ji nû ve biryara hilbijartinê hatiye dayîn.

Komur ragihand ku hewl tê dayîn HDP bê bandor were hiştin û got, "Bi girtina gelek derdorên ji bo HDP'ê dixebitin re hewl didin HDP'ê bê bandor bihêlin." Komur diyar kir ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de tê xwestin ku rewşeke kaosê bê afirandin û got, "Desthilatdariya AKP'ê û Erdogan, bi sûdwergirtina ji vê rewşa kaosê re, ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle ya ji dest tê dike."

'LI GORÎ HILBIJARTINÊN 7'Ê HEZÎRANÊ KÊM BÛYE'

Komur anî ziman ku di rewşa heyî de li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, di warê bikaranîna dengan li Ewropayê de xemsariyek heye û destnîşan kir ku li Swîsreyê di nava du rojên dawî de pêngavek û hewldaneke berfireh xuya dike. Komur da xuyakirin ku ev rojên hilbijêr bi xurtî diçin ser sindoqan, lê belê hînê li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê deng bi têrkerî nehatine bikaranîn. Komur diyar kir ku divê rêjeya dengan zêde bibin û anî ziman ku ji 8'ê Cotmehê û vir ve 23 hezar 500 deng hatine bikaranîn.

'DI 5 ROJÊN DAWÎ DE EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEVLÎ DENGDAYÎNÊ BIBIN'

Komur bang li tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got, "Kengî me HDP derxist asteke bilindtir, hingî em dikarin hesabê şerê li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin hesabê xwîna tê rijandin bipirsin." Komur ragihand ku divê AKP û Erdogan werin sekinandin û destnîşan kir ku girîng e hilbijêr di 5 rojên dawî de bi ruhê seferberiyê nêzî dengdayînê bibin. Komur diyar kir ku ne pêkane desthilatdariya AKP û Erdogan bi awayekî din werin sekinandin.

'AKP DI NAVA TIRS Û FIKARAN DE YE'

Komur da zanîn ku desthilatdariya AKP û Erdogan di nava lêgerîn û tengaviyê de ne û ragihand, ku ji bo xilasiya ji vê rewşa tengav, Serokwezîr bi xwe name ji hilbijêrên HDP'yî yên li Ewropayê re şandiye û daxwaza dengan kiriye. Komur bal kişand ser tirs û fikarên AKP'ê û got, "Ev nêzîkatî nîşan dide ku AKP ji pêşveçûna HDP'ê çiqasî ditirse û bi fikar e."

Komur bang li pêkhateyên HDP'ê yên li Swîsreyê kir û got, "Pêwîste em van pênc rojên dawî bi ruhekî welê yê seferberiyê binirxînin, ku serketina xwe ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê ya li Swîsreyê bi du qatan zêde bikin."

Komur bang li her kesî kir ku dengê xwe bi kar bînin û got, "Tê zanîn ku dengên li Ewropayê bandoreke çawa li derxistina parlamenteran dike. Ji ber vê yekê ez careke din bang li gelê me, şoreşger, demokrat û sosyalîstan dikim ku bi ruhê seferberî û pêngaveke şoreşgerî nêzî pênc rojên dawî bibin û bersivê bidin."

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swîsreyê, wê heta 25'ê Cotmehê roja Yekşemê karibin li Zurîch, Bern û Cenevreyê dengê xwe bi kar bînin.