Ji daraza Kolombiya li hember gotinên nîjadperest ceza
Ji daraza Kolombiya li hember gotinên nîjadperest ceza
Ji daraza Kolombiya li hember gotinên nîjadperest ceza
Li Kolombiyaya bi dehan sal e ji aliyê hikûmetên zextdar ve tê rêvebirin, yekem car li hember kesekî hilbijartî yê gotinên nîjadperestî li dijî mirovên reşik û xwecihiyan pêk anî ceza tê birîn.
Di doza ku li hember endamê Meclîsa Şaredariyê ya Marsella Fernano Antonîo Delgado ku di sala 2012’an de li hember mirovên reşik û xwecihiyan gotinên nîjadperestî gotin, doz hatibû vekirin û hat qebûlkirin ku Delgado sûcdar e. Birîna ceza ji rûniştina pêş re hat hiştin. Hat ragihandin ku cezayê hilbijêr bigire di navbera 12 û 36 mehan de de ye.
Delgado piştî dadgehê ew sûcdar dît, di bernameyeke radyoyeyê de axivî, got ku ew ji ber axaftinên xwe lêborînê dixwaze û wê biryarê bibe temyîzê.