Ji Ciwanên Şoreşger banga ji bo ciwanan

Ji Ciwanên Şoreşger banga ji bo ciwanan

Koordînasyona Ciwanên Şoreşger diyar kir, dewleta Tirkiyeyê dizane ku azadiya Kobanê azadiya gelê Kurd û Kurdistane ye, ji ber vê sedeme hikûmeta AKP’ê li hember deskeftiyên Rojava bi lîstikên qirej şerekî qirej dimeşîne. Komelên Ciwan banga pêşxistina têkoşînê li ciwanên Kurd kir.

Koordînasyona Ciwanên Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku berxwedana Kobanê li hember êrîşên DAIŞ’ yên hovane ev 76. roj e, berdewam dike û got, “Di heman demê de piştgiriya dewleta Tirkiyeyê jî bi armanca di şexsê Kobanê de tasfiyekirina Şoreşa Rojava bi awayekî aşkera didome. Herî dawi êrîşen li hember Deriyê Murşîtpinar pêk hatiye, careke din nîşan da ku hevbeşbûyîna dewleta Tirkiye û çeteyên DAIŞ bi berjewendiyên qirej ve berdewam dike. Dewleta Tirkiye dizane ku azadiya Kobanê azadiya gelê Kurd û Kurdistane ye, ji ber vê sedeme hikûmeta AKP’ê li hember deskeftiyên Rojava bi lîstikên qirej şerekî qirej dimeşîne.”

Koordînasyonê destnîşan kir ku her êrîşeke li hember Kobanê pêk tê, dibe sedema berxwedana gelê Kurd  û ciwanên Apoyî û wiha dewam kir, “Li Kobanê de berxwedaneke mezin nîşan dide. Ji ber ku azadkirina Kobanê azadkirina hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn.”

‘ÊDÎ BES E’

Koordînasyona Ciwanên Şoreşger diyar kir ku armanca êrîşan Kurdistan û gelê Kurd e û ev bang li ciwanan kir, “Ciwanên Rojava li hember hewldana fetisandina şoreşa Rojava bibêjin êdî bes e! Li Kobanê îro destanek, dîrokek tê nivîsandin. Divê hemû Ciwanên Rojava bi ruhe seferbertî û bi zanebûna parastina cewherî xwedî li erka xwe ya dîrokî derkevin. Divê ciwanên me êdî jiyana bêrûmet qebûl nekin. Jiyan û berxwedana bi rûmet îro ji parastina Kobanê derbas dibe. Wek Ciwanên Rojava welatparezî û axa xwe ve giredanbûyînê wek regezê jiyane qebûl bikin. Heya ku Kobanê azad nebe, divê ciwanek Kurdistan cihe xwe de nesekîne. Heya ku çeteyên DAIŞ di nav sergoya dîrokê de winda nebe, dive hemû ciwan jiyanekê rehet ji xwe ra heram bikin.

Em wek Ciwanên Şoreşger bangawaziya me ev e ku hemû ciwanên me di nav vê berxwedane de cihe xwe bigrin, di şopa Arîn Mîrxan de bi ruhe fedayî xwedî li Kobanê derkevin. Li ser vê bingehê careke din dibejîn ku divê hemû ciwan biherikîn refên YPG û YPJ erka xwe ya dîrokî pêk bînin.”