Ji ciwanên Kobanê yekîneyên parastina cewherî

Ji ciwanên Kobanê yekîneyên parastina cewherî

Berxwedana li sê eniyên Kobanê li navenda bajêr jî dewam dike. Ciwanên Kobanê li taxan yekîneyên parastina cewherî ava kirin.

Weke hemû gelê Kobanê rêxistina ciwanan a PYD’ê jî li hember êrîşên ji 15’êÎ lonê ve destpê kirine çek rakirin. Ciwanên girêdayî rêxistina ciwanan destpêkê li Taxa Botan a li rojavayê bajêr yekîneyeke parastinê ava kirin. Ji ber li Taxa Botanê Goristana “Şehîd Dîcle” ya aîdî şervanên YPG/YPJ heye xwedî girîngiyeke wayedartir e. Ciwan dibêjin, “Wê destên qirêj ên DAIŞ qet negihêjin şehîdên me.”

Berdevkê ciwanên Kobanê Azadî Mihemmed, diyar ku wê yekîneyên parastina cewherî li tevayî taxan belav bikin û bang li ciwanên koçî welatên cuda kir da ku tevlî şerê parastinê bibin.

CIWANÊN VEGERIYAN JÎ TEVLI BÛN

Ciwanê bi navê Hemudê Hesen ku beriya êrîşan di nav ciwanên PYD’ê de xebatên siyasî dimeşand diyar kir ku piştî êrîşan destpê kiriye wek ciwanên ku di nava rêxistina ciwanên PYD’ê de cih digirtin biryara tevlîbûna şer girtine. Hesen bi lêv kir ku destpêkê bi pêşengiya ciwanên PYD’ê  li Taxa Batan yekîne ava kirine û got: “Ciwanên ku berê li taxê diman û ji bo xebatê çûbûn Tirkiyeyê piştî êrîşan ji bo tevlî şerê parastinê bibin vegeriyan. Me ev ciwan tevlî koma parastinê kirin.

Em li taxa xwe parastina xweser dikin. Pevçûn negihiştine me. Lê ger navenda bajar hedef bê girtin em ê taxa xwe bajarê xwe biparêzin. Dema hewcedarî çêbibe em diçin çeperên YPG û em li qadên şer amade ne."

Hesen bi lêv kir ku ew girîngiyê didin goristana şehîdan û destên qirêj yên DAIŞ’ê wê tu car negihêje şehîdgeha wan.

BIRA VEDIGERIN

Ahmed Bêzîkî jî diyar kir ku li ser banga PYD’ê tevlî yekineya parastinê bûye û got: “Ji vir şûn ve bi hevalên xwe re em ê taxa xwe û bajarê xwe biparêzin. Dema hewcedarî hebe ez ê biçim eniyê û li gel şervanên YPG’ê şer bikim. Du birayên min li Tirkiyeyê dixebitin û ew jî wê bê û tevlî şerê parastinê bibin. Çi dibe bila bibe em ê Kobanê teslîmî DAIŞ’ê nekin.

YEKINEYÊN PARASTINE DÊ LI HEMÛ KOBANÊ BELAV BE

Berdevkê ciwanan ê PYD’ê Azadî Mihemmed diyar kir ku piştî êrîşan navber daye xebatên siyasî û got ku yekineyên parastinê yên li taxan ava kirine bicih dikin. Mihemed bang li ciwanên Kurd kir ku vegerin welat û tevlî berxwedanê bibe.