Ji ciwanên Cizîrê ji bo perwerdeya zimanê dayikê çalakî
Ji ciwanên Cizîrê ji bo perwerdeya zimanê dayikê çalakî
Ji ciwanên Cizîrê ji bo perwerdeya zimanê dayikê çalakî
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) li Cizîrê, bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê û rakirina "sonda me" çalakî lidar xistin. Çalakiya ciwanan a li Kolana Botaşê rastî êrîşa polîsan hat.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, ji bo bi zimanê dayikê perwerde kirin û "sonda me" ya li dibistanên seretayî tê xwendin were rakirin, aktîvîstên YDG-H li Taxa Nûrê çalakî lidar xistin.
Aktîvîstên YDG-H ên li Kolana Botaşê hatin cem hev, rastî êrîşa polîsan a bi maşînên zirxî yên Akrep û TOMA'yê hatin. Ciwanan jî bikevir û molofkokteylan bersiv dan êrîşa polîsan. Ji ber bombeyên gazê tax di nava dûxanê de ma. Di pevçûnan de, maşînên polîsan ên rastî bersiva bi molotofkokteylan hatin, neçar man taxê biterikînin.
Piştî ku pevçûna navbera polîs û ciwanan bi dawî bû, ciwanan li qadeke din şahiyek lidar xistin. Di şahiya bi beşdariya bi sedan kesî de, wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çepikan li avahiyekê hat daliqandin.
Di şahiyê de li ber stranan govend hat gerandin û dûre li ser navê beşdaran ciwanekî rûpêçandî daxuyaniyek da. Aktîvîstê YDG-H da xuyakirin ku heta mafê perwerdeya zimanê dayikê bê qebûlkirin, dê ciwan her tim li kolanan bin.
Ciwanan heta derengiya şevê govend gerandin.