Ji çeteyan êrîşên bi katyûşa û topan
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên ku çeteyan li dijî bajarokê Sirîn, gundê Qereqozaqê û bajarokê Eyn Îsa pêk anîn vala hatin derxistin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên ku çeteyan li dijî bajarokê Sirîn, gundê Qereqozaqê û bajarokê Eyn Îsa pêk anîn vala hatin derxistin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên ku çeteyan li dijî bajarokê Sirîn, gundê Qereqozaqê û bajarokê Eyn Îsa pêk anîn vala hatin derxistin. Navendê destnîşan ku yekîneyên wan hejmarek ji mayînên ku di navbera bajaroka Silûk û gundê Zeyd de hatibûn çandin, tine kirin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember bajarokê Sirîn, gundê Qerqozaqê û bajarokê Eyn Îsa daxuyaniyek da. Daxuyanî li ser malpera Fermî ya YPG’ê hat weşandin û ev agahî hatin dayîn: “Di 19’ê Cotmehê de çeteyên DAIŞ’ê ji baregehên xwe yên li Cerablûsê, li hember çeperên hêzên me yên Sirîn û Qereqozaq êrîşê bi topan li dar xistin.
Çeteyên DAIŞ’ê li hember bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê û gundê Qereqozax a bakurê bajarok bi çekên giran û topan êrîş li dar xistin. Komên çeteyan di navbera saet 12.00’an û 13.00’an de bi awayekî hemwext li bajaroka Sirîn û gundê Qereqozaq xistin û di navbera saet 20.00’an û 21.00’an de jî li hember gundê Qereqozax dubare êrîşêk li dar xistin. Hêzên me li hember êrîşên çeteyan di heman astê de bersiv dan û êrîşên çeteyan sekinandin.
Dîsa Şeva 19’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê li hember bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê êrîşek li dar xistin. Roketên ku ji baregehên çeteyan ên li pêşiya Reqa derdora saet 21.00’an de hatin avetin li başûrê bajaroka Eyn Îsa ketin. Di êrîşê de ti windahiyek rû neda.
Di 19’ê Cotmehê de hêzên me bi armanca paqijkirina mayinên ji aliye çeteyên DAIŞ’ê hatibûn çandin operasyonek li dar xistin. Hejmarek zêde mayinên ku ji aliye çeteyan ve di navbera bajaroka Silûk û gundê Zeyd de hatibûn çandin ji aliye hêzên me ve hatin paqijkirin û teqandin.”