Ji bo zelalkirina komkujiya Parîsê li Strasbourg û Stuttgart’ê çalakî

Ji bo zelalkirina komkujiya Parîsê li Strasbourg û Stuttgart’ê çalakî

Bi boneya nîzîkbona salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez’ê li Parîsê her ku diçe nerazîbûn li  hemberî nezelalkirina komkujiyê zêde dibin.

Jinên kurd yên ku li bajarê Fransa Strasbourg’ê û bajarê Elmanya Stuttgart’ê hatin gel hev ji derdorê xwestin ku berpirsên komkujiyê derbixin holê.

Tevgera Jinên Kurd yên Strasbourg’ê duh cara pêncem li pêş avahiya walîtiyê bi çalekiya ‘Bêdengiya we îspata hevalbendiya weye’ nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Jinan di çalekiya ku li pêş Departmana Walitiyê a Bas-Rhin’ê pêk anîn ji hikûmeta sosyalîst re peyama ‘komkujiyê zelal bike, bêdeng nebe’ dan. Li vir babê Fidan Dogan (Rojbîn) Hasan Dogan got ku komkujî nêzî salek xwe dagire û ne zelal kirina komkujiyê êşên wan hîn zêdetir dike.

Di çalekiyê de pankarta bi Fransî ‘Bêdengiya we ji hevalbendiya we a suce’ hat hilgirtin û şiyariya ger hikûmeta Fransa komkujiyê zelal neke wê hevalbendiya xwe a komkujiyê îspat bike, hat kirin.

Di çalekiyê de li ser hev bi Fransî dirûşmeyên weke “Em hemû Sakîne, Rojbîn û Leylayîn”, “Fransa komkujiyê zelal bike”, “Bimire rejîma faşîst a Tirkiyê” ku hatin qêrkirin û li ser yên derdorê jî belavokên girêdayî armanca çalekiyê hatin belav kirin.

Endamên Komeleya Dostên Kurd a Alsaca jî tevlî çalekiyê bûn û piştgirî dan çalekvanan.

STUTTGART

Li Stuttgart’ê jî 15. çalekiya ku bi dirûşmeya “bêdengiya we ji hevalbandiya weye” duh pêk hat. Di bin pêşengtiya Însiyatîfa Jinên Kurd yên Stuttgart’ê ku li pêş Baryozxaneya Fransa a li Rotebûhlplatz’a navenda bajêr pêk hat, komkujiya Parîsê hate şermezar kirin.

Axaftinên ku di çalekiyê de hatin kirin nezelal kirina bûyerê Hikûmeta Fransa jî dibin sûcde dihêle.

Li aliyê din jî daxuyaniya ku hate kirin bi boneya nêzîbûna salvegera komkujiyê çalekiya ku wê di 9’ê Çile 2014’ê li pêş Baryozxaneya Fransa a Stuttgart’ê pêk were li gel meşa protesoyê a ku di 11’ê Çileyê 2014’an de li Parîsê were lidar xistin, ji bo tevlîbûnê bangewazî hatin kirin.