Ji bo zarokên din nemirin …

Ji bo zarokên din nemirin …

Helîme Tekîn a ku hevserê wê ji aliyê leşkeran ve hat qetikirin û du zarokên wê di nav refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dan got ku ji bo zarokên din nemirin ew hatiye sînor û nobetê digire. Tekîn got: “Çete bi meş hatin û wê kaşkaşkî derkevin. Kobanê di demek nêz de wê azad bibe. Em ê Kobanê ji nû ve ava bikin.

Dayika Halîme Tekîn ku ji Dîlokê hat sînorê Kobanê, ji bo zarokên wê û zarokên din nemirin tevlî çalakiya nobetê bû.

HEVSERÊ WÊ LEŞKERAN QETIL KIR

Hevserê Tekîn di 1990’î de  bi îdîaya alîkarî daye PKK’ê ji aliyê leşkeran ve hat qetiklirin û du kurê wê jî tevlî PKK’ê bûn. Tekîn bi salane ji her du kurê xwe agahiyê nagire û got ku ji ber wijdanê wê rehet nekirye hatiye sînor.

Tekîn got çeteyên DAIŞ’ê bi Tirkiyeyê re Kobanê hedef digire û got: “Ji bo me Kobanê, Efrîn, Şengal û her aliyên Kurdistanê weke hev e. Kurd li her alî belav bûne. Bi awayekî rêxistinî xebatên xwe berdewam dikin. Çeteyên DAIŞ'ê gotin ku wê Kobanê bigirin û nimêja Înê wê li wir bikin.  Lê DAIŞ bi meş hat wê kaşkaşkî derkeve.

'HÊZA ME ZÊDE DIBE'

Tekîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê nobetê jî bigirin, xebata xwe jî bimeşînin. Heta Kobanê azad nebe em ji sînor venaqetin. Em ê Kobanê bi hev re ava bikin.”