Ji bo Yuksel Canli çalakiya li ber Meclîsa Eyaletê

Li ber Meclîsa Eyaletê ya li bajarê Kîel ê Elmanyayê, ji bo Yuksel Canli ya ku di 27'ê Tebaxê de li Artemêtanê di dema serdanê de hatibû binçavkirin, daxuyanî hat dayîn.

Li ser banga AGÎF, AvEG, SKB, Rote Hîlfe, Komîteya Piştgiriya Kurdistanê û Yoûng Strûggle ku pêkhateyên Komîteya Piştgiriya Yuksel Canli ye, girseya gel li hev civiya. Di çalakiyê de dowîz û pankarta hatin vekirin û daxwaza azadiya Canli hat kirin.

Li ser navê AGÎF'ê daxuyaniyek li vir hat dayîn û hat gotin, "Hevrêya me Yuksel Canli dema ji bo serdanê çû navçeya Artemêtan a Wanê, di 27'ê Tebaxê de hat binçavkirin. Hat îdîakirin ku têkiliya wê bi 8 endamên SGDF ên çend roj berê hatin binçavkirin heye û bi komployekê hat binçavkirin."

Di dema çalakiyê de girseyê xwest bi rayedarekî Wezaretê re hevdîtinê bike. Li ser vê yekê kesek ji aliyê Wezaretê ve hat wezîfedarkirin û jê re der barê Yuksel canli de agahî hat dayîn. Her wiha mezintirîn navgîna çapemeniyê ya Kîelê Kîeler Nachrîst û televîzyona eyaletê NDR hatin cihê çalakiyê û agahî girtin. Ji Partiya Çep Parlamenter Andrej Hûnko jî ji Wezareta Karên Derve re nameyek nivîsand û ji bo agahî ji Yuksel Canli bê girtin xwest, derhal serlêdan were kirin.

Çalakî piştî daxuyaniyê bi qîrîna dirûşmeyan qediya.

...