Ji bo wekîlên girtî û girtiyên nexweş 6 çalakî

Ji bo wekîlên girtî û girtiyên nexweş 6 çalakî

Ji bo wekîlên girtî, yên nexweş û "dîwarê şermê" li 5 navendan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de pirsa, "Ji aliyekî ve wekîlên CHP'yî tên berdan, lê ji aliyê din ve wekîlên kurd bi biryareke kêfî nayên berdan, gelo ma ev ne huqûqê dijminatiyê ye?" hat kirin. 

AMED

Li Amedê têkildarî rewşa wekîlên girtî û girtiyên nexweş ji aliyê TUHAD-DER ve civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna ku li avahiya Rêxistina BDP'ê hat lidarxistin de tevî rêveber û endamên TUHAD-DER û BDP'ê xizmên girtiyan jî amade bûn. Di civînê de Sekreterê Şaxa TUHAD-DER Fahrî Azbay, diyar kir ku li herêmê di bin navê huqûqê de mafên kurdan tên binpêkirin. 

'LI KURDISTANÊ HUQÛQÊ DIJMINAHÎ TÊ MEŞANDIN'

Piştî Azbay rêveberê TUHAD-DER Cahît Demîrkiran jî got ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê huqûqekî cuda li herêmê jî huqûqekî dijminahî tê meşandin. Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.

HDK Û HDP'Ê JI BO WEKÎLÊN GIRTÎ FAKS ŞANDIN

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo wekîlên girtî yên BDP'yî biryara dadgehên 5'emîn û 6'emîn a cezaya giran, şermezar bikin û bi armanca tehliyekirina wan ji Wezareta Edaletê re faks şandin. Beriya çalakiya şandina faksan, li ber Buyuk Postane ya Sûrê gelek welatî kom bûn û daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. 
Piştî daxuyaniyê daxwaznameyên hatibûn amadekirin ji Dadgeha Destûra Bingehîn, HSYK, Meclîs û Wezareta Edaletê re hatin şandin. 

STENBOL

Rêxistina BDP'ê ya Bahçelîevler a Stenbolê bi armanca şermezarkirina biryara der barê wekîlên girtî de û dîsa ji bo destekkirina wekîlên li Meclîsê ketibûn greva birçîbûnê li Qada Şîrînevler daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê Rêxistina BDP'ê ya Bahçelîevler Mehmet Koyuncu ku daxuyanî xwend got, "Ji aliyekî ve wekîlên CHP'yî tên berdan, lê ji aliyê din ve wekîlên kurd bi biryareke kêfî nayên berdan, gelo ma ev ne huqûqê dijminatiyê ye?"

RIHA

Li navçeya Pirsûsê ya Riha aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Pirsûsê ji bo tehliyenekirina wekîlên girtî li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Pirsûsê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de li ser navê dayikan endama meclîsê Ferda Baran anî ziman ku dixwazin di serî de wekîlên girtî, şaredar û siyasetmedarên di operasyona li dijî "KCK"'ê de hatine girtin bên berdan. 

WAN

Li navçeya Mehmûdî ya Wanê Rêxistina BDP'ê ya navçeyê bi armanca şermezarkirina tehliyenekirina wekîlan şermezar bike, li ber avahiya partiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de ku gelek welatî beşdar bûn dovîzên, "Bê serok jiyan nabe", "Ji wezîrên AKP'ê re dolar ji BDP'yiyan re ceza" hatin hilgirtin. Li ser navê komê Serokê Rêxistina Mahmûdî ya BDP'ê Fevzî Bargîn got, "Darbeya huqûqî ya dadgehên bi erka taybet di heman demê de ji bo sabotekirina pêvajoya çareseriyê ye." 

MÛŞ

Bi armanca şermezarkirina tehliyenekirina wekîlên girtî yên BDP'yî û "dîwarê şermê" yê li ser sînorê Rojava hat lêkirin ji aliyê rêxistinên BDP'ê û HDP'ê yê Gimgim 3 rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin. Rêveberê BDP'ê Abdulbakî Akdemîr der barê greva birçîbûnê de ku daxuyanî da got ku tehliyenekirina wekîlên kurd dewama polîtîkaya zilmê ya 90 salan e ku li hember gelê kurd tê meşandin. Piştî daxuyaniyê greva birçîbûnê dest pê kir.