Ji bo Strasbourgê bang
Ji bo Strasbourgê bang
Ji bo Strasbourgê bang
Komîteya amadekar di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêşketinên li bûyerên li Rojhilata Navîn û komkujiya li Parîsê ku di encamê de 3 jinên Kurd hatin qetilkirin û diyar kir ku ev yek di çarçoveya komploya navneteweyî de pêk hatiye.
Komîteyê bang li hemû Kurdên welatparêz, dost, rêxistinên çep, mafparêzên Ewropayê û demokratan kir ku tevlî çalakiyê bibin.
JI KOMÎTEYA JI OCALAN RE AZADÎ BANG
Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Navneteweyî jî derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û xwest ku kampanyaya îmzeyan a ji Ocalan re Azadî, heta lidarxistina wê çalakiyê zêdetir bê xurtkirin.
Komîteyê got: “Komployên li hemberî rêbertiya me di her demekê de bi awayeke cûdatir pêş ketine. Hevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê hêzên ku dixwazin pirsgirêka Kurd kûrtir bikevin ve hatine qetilkirin. Di vê çarçoveyê de dixwazin komployê berdewam bikin. Lê bila baş were zanîn ku dê komplo ji gelê me û tevgera azadiyê ve awere pûçkirin. Em ê bersiva herî baş li Strasbourgê bidin vê yekê. Gelê me yê Ewropayê careke din dê şahidiya sekna li dijî cinayet û komployan bike.”
DEMÎRTAŞ LI ZÛRIHÊ YE
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî dê roja 26’ê çileyê li Komeleya Kurdan a li Zurihê tevlî panele li dar pirsgirêka kurd û komkujiya li Parîsê bibe.
Demîrtaş rojek piştî wê dê li Zurih Dietikonê tevlî Şevbêrka 5’emîn a Çandî ya Elewiyan bib e û biaxive.
Federasyona Komeleyên Kurd ên Swîsreyê, Meclîsa Gel a Kurdan bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku tevlî şahiyê bibin.