Ji bo SGDF li Kolnê çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin

Binçavkirina hevserok û endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), ku ji ber pêkanînên Rewşa Awarte li Îzmîrê hatin binçavkirin, li bajarê Koln ê Elmanyayê hat şermezarkirin.

Çalakî li ser banga AvEG-Konê li Wîener Platzê hat lidarxistin. Di daxuyaniya li ser navê AvEG-Konê de hat bibîr xistin, ku tevî Hevserokê SGDF Ogûz Yuzgeç 8 ciwanên sosyalîst roja 27'ê Tebaxê li Îzmîrê di serdegirtina maland e hatine binçavkirin û hat gotin, "Ciwanên sosyalîst bûn dest û pira yekîtiyê ya ciwan, karker û kedkarên Tirkiyeyê ji bo şoreşa Kurdistanê. Tevî ku li Pirsûsê komkujî li wan hat kirin û piştre êrîşên dewleta faşîst zêde bûn, wan têkoşîna xwe mezin kirin û meşandin."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk a nikare pêşî li têkoşîna bi biryar a SGDF'ê bigire, êrîşên xwe yên bi rêbaza binçavkirin û girtinê didomîne û bang li hemû karker, kedkar, şoreşger û saziyên sosyalîst ên li Ewropayê hat kirin, ku ji bo azadiya endam û rêveberên SGDF'ê dakevin kolanan. Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin, ciwanên sosyalîst ên hatine binçavkirin derhal werin berdan.

Nûnerê Yoûng Strûggle jî da xuyakirin, ku SGDF'ê piştî komkujiya Pirsûsê jî bênavber têkoşîna xwe dewam kiriye û qetlîamker bi ser neketine.

Di çalakiyê de li ser navê Karkerên Koçber ên li Elmanyayê jî axaftin hat kirin. Di dema çalakiyê de faşîstekî hewl da provokasyonê bike, lê ev hewldan hat pûçkirin.

...