Ji bo şervanê YPG’ê yê Amerîkî Klebs merasîmeke heybet
Li bajarê Dêrikê ji bo şervanê YPG’ê yê ji Emerîkayê Jack Klebs (Delîl Amerîka) merasîmeke bi heybet hate lidarxistin.
Li bajarê Dêrikê ji bo şervanê YPG’ê yê ji Emerîkayê Jack Klebs (Delîl Amerîka) merasîmeke bi heybet hate lidarxistin.
Bi sedan welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê yê ji Amerîkayê Jack Klebs (Delîl Amerîka) ku li Eyn Îsa şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir girtin û ber bi Deriyê Sînor ê Sêmalka ve ketin rê.
Hevreyê Klebs û Endamê Tabûra Şervanên Entersayonalîst Tolhildan Ciwan axivî û qala jiyana Jack Klebs kir. Tolhildan soza şopandina rêya şehîdan da.
Hevserokê Konseya Karê Hundir yê Kantona Cizîrê Kenan Berakat jî got, Jack Klebs li Amerîkayê banga biratiya gelan kir û tevlî Şoreşa Rojava bû.
CENAZEYÊ KLEBS BERBÎ AMERÎKAYÊ VE HATE RÊKIRIN
Piştî axaftinan nasnaemya şehîd hate xwendin û radestî hevalên wî yê tabûrê hate kirin.
Cenazeyê Şehîd Delîl Amerîka ji bo şandina Amerîkayê berbi Başûrê Kurdistanê ve hate birêkirin.