Ji bo Rojava li Cizîrê alîkarî, li Erzirom û Geverê kampanya
Ji bo Rojava li Cizîrê alîkarî, li Erzirom û Geverê kampanya
Ji bo Rojava li Cizîrê alîkarî, li Erzirom û Geverê kampanya
Li Cizîrê alîkariyên bo Rojava hatibûn berhevkirin, rêkirin Nisêbînê û li Erzirom û Geverê jî kampanyayan destpê kir.
BDP’a Cizîrê û Şaredariya Cizîrê bi armanca piştevaniya bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin û alîkariya ku hate berhevkirin ji bo bigihêje Rojava şandin navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê.
Alîkariyên BDP’a Cizîrê, malên Şînê yên Gel ên taxa Cudî Nur hatin berhevkirin, li wesayitan hat barkirin. Alîkariyên di çarçoveya kampanyayê de hatin berhevkirin, dê di rojên pêşde jî berdewam bikin.
LI ERZIROMÊ KAMPANYAYA XUREKÊ
Li Erziromê jî bo Rojava kampanyaya xurekê hat destpêkirin. Ji aliyê BDP’a Erziromê ve kampanyaya hatiye destpêkirin dê mehekê bidome. Serokê BDP’a Erziromê Sabahattîn Yilmaz derbarê mijarê de axivî û got biryara kampanyayê ji zûde girtine û ji mehê û şûnde dane destpêkirin. Yilmaz wiha got: “Meha borî me di civîna gel de ji bo xwişk û birayên xwe yên Rojava biryara alîkariyê dabû. Ji vê mehê û şûde di serî de li Erziromê û hemû navçeyan kampanya me da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de alîkariyên bên berhevkirin dê destpêkê li avahiya partiya me bê berhevkirin û piştre emê bigihînin gelê xwe yê Rojava.”
Yilmaz got bi pevçûnên li Rojava re hewcedariya xurekê ya gelê Rojava jî zêde dibe û wiha got: “Ji ber ku gelê me di rewşek zor û zehmet de yem dê ligel wanbin.”
LI GEVEGERÊ KAMPANYAYA KIRTASIYE Û ENSTRUMAN
Li Gever a Colemêrgê jî ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê ve kampanyaya kirtasiye û enstruman hat destpêkirin.
Nûnera komeleyê Leyla Dere da zanîn ku ji bo piştgiriyê bidin perwerdehiya li Rojava ev alîkarî dane destpêkirin û got: “Me ji bo hewcedariyên zarokên Rojava ev kampanya da destpêkirin. Li Rojava hewl tê dayîn ku pergalek nû bê avakirin. Divê hemû gelê kurd yên çar parçeyên Kurdistanê xwe wek parçeyeke vê pergalê bibîne.
Dere got kesên dixwazin alîkariyê bidin, dikarin serî li Komeleyê bidin.