Ji bo Rojava dosya pêşkêşî Serokê Giştî yê UDI hat kirin
Ji bo Rojava dosya pêşkêşî Serokê Giştî yê UDI hat kirin
Ji bo Rojava dosya pêşkêşî Serokê Giştî yê UDI hat kirin
Li bajarê Fransa Toulouse, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ji bo Kobanê û Rojava dosyayek pêşkêşî Serokê Giştî yê Yekîtiya Demokratên Serbixwe (UDI) kirin.
Heyetek ji aliyê navendê ve hat amadekirin, di çarçoveya xebatên raya giştî yên li ser Rojava de bi Serokê Giştî yê UDI Herve Morin re hevdîtin kir. Heyetê dosya li ser belgeyên alîkariya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê û daxwaza alîkariya Fransayê ya ji bo Kurdên li Rojava pêşkêşî Morin kir û ji siyasetmedarên Fransî xwest, ku bêtir bala wan li ser mijarê be.
Morin di daxuyaniya xwe ya piştî wergirtina dosyayê de anî ziman ku ew li cem gelê Kurd e û destnîşan kir ku divê koalîsyona navneteweyî Kurdan jî biparêz e, di rewşeke berevajî de bi qasî DAIŞ'ê wê koalîsyon jî berpirsyarê komkujiyên bê jiyîn be.
Morin ku di navbera salên 2007-2010'an de wezîfeya wezareta parastinê dimeşand, li parlamenta Fransayê hînê parlamenter e.