Ji bo Roboskiyê li gelek bajaran jiyan rawestiya

Ji bo Roboskiyê li gelek bajaran jiyan rawestiya

Li navçeyên Dêrik, Nisêbîn, Qoserê yên Mêrdînê, navçeyên Farqîn, Bismil yên Amedê navçeya Melezgîrta Mûşê û navçeyên Cizîr, Silopî, Hezex, Qilaban, Bêşebab yên Şirnexê bi boneya komkujiya Roboskiyê şermezar bikin, dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.

Komkujiya Roboskiyê li gelek bajaran hate şermezarkirin. Li navçeyên Dêrik, Nisêbîn, Qoserê yên Mêrdînê, navçeyên Farqîn, Bismil yên Amedê navçeya Melezgîrta Mûşê û navçeyên Cizîr, Silopîi Hezex Qilaban, Bêşebab yên Şirnexê bi boneya komkujiya Roboskiyê şermezar bikin dikanên xwe venekirin û wesayîtên xwe nedan xebitandin. Welatî û esnaf neçûn ser kar û ji malê xwe derneketin. Polîs û tîmên taybet jî li gelek tax û navçeyan tedbirên mezin girtin û li gelek cihan nokteyên kontrolê avakirin. Li gelek bajaran jiyan rawestiya û bêdengiyek mezin serdeste.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de balefirên şer ên artêşa Tirk gundiyên Roboskiyê bombebaran kiribûn û di bombebaranê de 19 jê zarok 34 Kurdên sivîl hatibûn qetilkirin. Li gel komîsyona lêkolînê hate avakirin jî hêj kujer nehatine ronîkirin û darizandin.