Ji bo Roboskiyê cara 70’an edalet hate xwestin
Şaxa ÎHD’ê ya Stenbol û endamên Komîsyona Edalet û Heqîqetê, di meha 70’an a Qetlîama Roboskiyê de daxwaza edaletê kirin.
Şaxa ÎHD’ê ya Stenbol û endamên Komîsyona Edalet û Heqîqetê, di meha 70’an a Qetlîama Roboskiyê de daxwaza edaletê kirin.
ÎHD û endaên Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya ku cara 70’an li Qada Galatasarayê kom bûn, ji bo 34 ciwanên Kurd ku piranî zarok ku di Qetlîama Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabûn edalet xwestin. Di çalakiya têde weneyên 34 ciwanên ji aliyê dewletê ve hatin înfazkirin û wêneyên Serokê Baro yê Amedê Tahîr Elçî hate rakirin de, diyar kirin ku bê cezayî dihêle ku qetlîam dewam bikin. Li ser navê parêzvanên mafê mirovan Cezmî Ozdemîr daxuyanî xwend. Ozdemîr bibîr xist ku bê ka çawe qetlîam pêk hata carekî din vegot.
Ozdemîr diyar kir ku rê nehate dayîn ku xebatkarên tenduristiyê biçin cihê bûyerê, doza têkildarî bûyerê jî hate vekirin jî ti encam jê nehate girtin.
Ozdemîr got: “Îtiraza parêzerên mexdûrên malbatan jî hate redkirin. Serlêdana ji bo Destûra Bingehîn jî hate kirin 18’ê Tîrmeha 2014’an nêzî piştî 20 mehan û şûnde bi encam bû. AYM bi awayekî surprîz bê ku bikeve nava kûrahiyê serlêdaê bi hinceta ‘Di dema belgeyên kêm de, pêşkêşî Dadgeha Bingehîn nehate kirin’ biryara redkirina dozê da.”
BÊCEZAKIRIN QETLÎAM DAN DEWAMKIIRIN
Ozdemî destnîşan kir ku eger Roboskî bihatiba ronîkirin, wê Qetlîama Enqere û cînayetên mîna Tahîr Elçî nehatiba kirin û wiha pêde çû: “Bêcezakirin qetlîam dan dewamkirin. Ji ber ku li Roboskiyê hiqûq nehate pêkanîn, qetlîama 10’ê Cotmehê pêk hat. Eger ku berpirsên qetlîama Roboskî, Enqere û yên din derbiketa, wê niha Tahîr Elçî bijiyaba.”