Di serî de li Ewropa û li tevayî cîhanê pêvajoya hilbijartinê bi lêpirsîna qeyda hilbijêr a 2’ê Gulanê re bi fermî dest pê kir. Pêvajoya ku 2’ê Gulanê destpêkirî wê 12’ê Gulanê bi dawî bibe.
Di pêvajoya di navbera 2-12’ê Gulanê de, kesên temenê wan bûye 18 sal û qeyda wan tuneye, divê biçin konsolosxaneyên Tirkiyeyê yên ji derveyî welat û karên qeydên xwe yên hilbijartinê bikin. Kesên ku dengê wan hene bi pasaporta xwe biçin konsolosxaneyan û karên xwe yên qeydan neçar in pêk bînin. Ger pêk neînin nikarin di 24’ê Hezîranê de dengê xwe bikarbînin.
Lê kesên ku di hilbijartinên dema borî de dengê xwe bikaranîn dikarin li ser vê navnîşanê qeyda xwe kontrol bikin; https://secmen.ysk.gov.tr/ysk/secmenBilgiYurtdisi.jsp
Li welatên Ewropa her çendî di salên derbasbûyî de di hilbijartinan de we dengê xwe dabe jî hûn navê xwe di rûpela YSK’ê de kontrol bikin baştir dibe.