Ji bo piştgiriya Kurdan ji Katalonyayê hat Avîngnonê

Ji bo piştgiriya Kurdan ji Katalonyayê hat Avîngnonê

Kurdistaniyan ligel hewaya sar û baranê kom bi kom hatin ber gara trenê ya Avîgnonê.  Di ruyê wan de hêrs û xemgînî hebû. Qetilkirina 3 jinên kurd yên siyasetmedar têr nekiribû, otobusa wan ya ku ji bo meşa Parîsê protesto bikin kirê kiribû, di rê de rastî êrîşa bi kevir a nîjadperestên tirk hatibû û heman şevê xwestibûn  komeleya wan bişewitînin. Jinan li pêş cihê xwe girtibû wêneyên her sê hevalên xwe hildabûn. Hin jinan bi zarokên xwe yên biçûk tevlî bibû. Kurdên li Marsîlya, Marîgnan û Montpellîer dijîn xwişk û birayên xwe yên Avîgnon tenê nehiştibûn û tevlî meşê bibûn.  Her wiha şoreşgerên Fransî û Berberî ku her tim ligel kurdane jî cihê xwe girtibûn.

Piştî komkujiya 9’ê çile, di 19’ê çile de  Kurdistanniya dovîzên xwe yên wekê ‘Bijî Kurdistana Azad’ û ‘Bila kujer demildest bên dîtin’ hildabûn û  bi yek dengî bi fransî dirûşeyma  ‘Em hemû PKK’î’ ne berzkirin û dest bi meşê kirin. Jin, zarok, kal, pîr û ciwan bi dirûşmeyan tevlî bibûn. Bi dehan al û dovîz hatin derxistin.  Kal û pîrek alek hildabûn û bi wan jî digot ‘Em hemû PKK’yî ne’.

Ala ku hildabûn ala Katalonyaya serbixwe bû. Kal û pîrên ku al hildabûn ji bajarekî biçûk Montesquîu ya Katalunya ku 400 km dure tevli meşê bibûn.  Pep Muste û Teresa Putellas ku komkujî bihistine û ji bo kurdan tenê nehêlin ji Katalunyayê hatine.

MILÎTANEKÎ KATALAN KU ÎŞKENCE DÎTIYE

Ev kal û pîr ku hevserê hevin diyar dikin ku ji xizmên xwe hîn dikin ku meşek wisa heye.  Pep 55 saliye û di girtîgehên Ispanyayê de bi salan rastî îşkenceyên giran hatiye.  Pep şoreşgerekî  mezin yê milîtanê partiya CUP a sosyalîst e. 3 parlamenterên partiya CUP di Meclisa Katalonyayê de cih digirin. Yek ji van wekîla Quîm Arrfufat dema komkujiyê diçe ji bo kurdan sersaxiyê dixwaze.

Pep diyar kir ku ew îro ‘Hemû PKK’yî ne, Sakîne, Fîdan û Leyla ne. Pep diyar kir ku divê kurd dest ji têkoşîna xwe bernedin û got şoreşgerên Katalan piştgiriyê didin doza Kurdan. Pep da zanîn  ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin.  Kurdan ev axaftina Pep ya samîmî demek dirêj çepil jê re lêxistin.

DEWLETA TIRK KIRIYE

Rojek piştî meşê Pep ji radyoyek herêmî ya bi navê ‘Radîo Galerî’ ji bernameya ‘Li Kurdistanê êvareke yekşemê’ bû mêvan. Serhed Elih ku bername pêşkêş dikir pirsa gelo kê ev komkuîi kir? pirsî û Pep got: “Dewleta tirk ev komkujî kir.  Fransa jî li dijî vê tiştekî nake û hevkarê vê komkujiyê ye. Ev cinayet terora dewletê ye. Ev êrîş ne tenê li dijî 3 milîtanan li dijî hemû kurdan pêk hatiye.”

Pep hemû kesên ku PKK’ê weke rêxistina terorê dibîne û dibêjin ev komkujî hesabdayîna nav rêxistinê ye  vexwende meşeke kurdan û diyar kir ku PKK bi kurdan re bûye yek, ev rêxistin ji bo gelê xwe têdikoşe. Pep wiha got: “Ev dişibe komploya 15 Sibatê. Dema min bûyer bihist min got kurd bi komployeke din re rû bi rû ne. Em weke sala 1999’an îro jî ligel gelê kurd  in.”