Parêzerê Nûriye Gulen û Semîh Ozakça Selçûk Kozagaçli ragihand, rewşa tenduristiya wan roj bi roj nebaş dibe, lê tevî her tiştî jî li ser hişê xwe ne û biryardariya wan didome.
Akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça, ku bi biryarnameya di hukmê qanûnî de ji kar hatin avêtin, ev 133 roj in di greva birçîbûnê de ne, ku 56 ji van rojan li girtîgehê derbas kirine. Parêzeran gelek caran serlêdan kirin ji bo bi tedbîr werin berdan, lê belê ti ji serlêdanan nehatin qebûlkirin. Parêzerê wan Selçûk Kozagaçli li ser rewşa dawî ji ANF'ê re axivî.
Kozagaçli bibîr xist, ku Nûriye û Semîh ev demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ne û tesîreke giran a grevê li wan bûye. Li gorî Selçûk Kozagaçli, Ozakça û Gulmen nikarin bimeşin û li nava girtîgehê bi kursiyê digerin. Hin şert û merc di dawiya hefteya bihurî de hatin sererastkirin. Çend ji daxwazên wan ên ji bo doşek û balîfê, hatin dayin.
RÎSK MEZIN DIBE
Lê belê rîska li ser rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj mezin dibe. Êş li wan giran bûye û masûlkeyên wan dihele. Bi taybetî di vê demê de êşa gurçikê û masûlkeyan zêde bûye.
BI BIRYAR IN
Kozagaçli destnîşan kir, ku tevî vê rewşa heyî jî hişê wan li serê wan e û bi biryar in. Parêzer Selçûk Kozagaçli ragihand, di vê demê de nikarin zêde bixwînin û nikarin zêde binivîsînin. Kozagaçli got, hevdîtina Ozakça û Gulmen a bi parêzeran û malbatê re nayê astengkirin.
DOZ JI SÊ ALIYAN PÊK TÊ
Parêzer Kozagaçli da zanîn, ku doz ji sê aliyan pêk wê û ev agahî li ser mijarê da:
* Ya yekemîn, doza me ya li ser girtina wan e. Em gelek caran li ber vê yekê rabûn û me xwest bên berdan. Ev serlêdanên me hatin redkirin. Piştre me berê xwe dan Dadgdeha Destûra Bingehîn (DDB). Piştî ku DDB jî daxwaza me ya tedbîrê re kir, me mijar bir ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Ji ber girtina bi neheqî û ji bo berdana bi tedbîr, me serî il DMME dan. Em li bendê ne ku DMME di nava vê hefteyê de biryara xwe ya li ser mijarê bide.
* Aliyê duyemîn jî, doza ku ew tê de tên darizandin. Wê di 14'ê Îlonê de dest pê bike. Me hewl da bikin ku rûniştin zûtir bê kirin, lê mixabin nebû. Gelekî zehmet e ku Nûriye û Semîh heta wê çaxê bi tenduristiyeke baş bin.
* Ya sêyemîn jî daxwaza ji bo vegerandina karên wan e. Komîsyona Rewşa Awarte îdîa dike ku vê hefteyê dest bi kar kiriye. Em ê bişopînin.