Ji bo nûçegihanên girtî ‘Nobeda azadiyê’ didome
‘Nobeda azadiyê’ ya ji bo nûçegihanên girtî di roja 14’an de didome.
‘Nobeda azadiyê’ ya ji bo nûçegihanên girtî di roja 14’an de didome.
Nobedê Komîsyona Jinan a Buyukçekmece ya HDP’ê û Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a Stenbolê ya CHP’ê û Komîsyona Mafê Mirovan a Kadikoyê ya CHP’ê dewre girt. Weqfa Aştiyê, Weqfa Demokrasiya Sosyal, Tevgera Yekbûyî ya Hezîranê ya Bakirkoyê, weşanger Orhan Koçak û nivîskar Saha Oguz jî amade bûn. Di çalakiyê de pankartên wekî ‘’Ramana azad nikare were bêdengkirin’’, ‘’Em di nobeta azadiyê de ne’‘ û ‘’Dem dema hilweşandina dîwaran e’’, hatin vekirin.
DEMÎRER: EM Ê BI HEVGIRIYÊ HEQ JI ROJÊN ZOR DERKEVIN
Heval Asli Erdogan, Hulya Demîrer diyar kir, piştî hewldaneke zêde Erdogan xirqeyek daye Asli Erdogan û got, ‘’Kêfa min hat ku xirqeyê min dane wê. Em ji rojên tarî û giran derbas dibin, em ê bi hevgiriyê heq ji vê derbikevin.'’
PARÊZER TORUN: EM AŞTIYÊ DIXWAZIN
Endamê Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a Stenbolê ya CHP’ê Tûgba Torun jî got, kêşeya herî mezin a Tirkiyê demokrasî ye û got, ‘’Em bi zext û zordariyê re hevrû ne. Em li jî hemû astengiyên li pêş derbirîn, raman, laîktiyê ne. Em li dijî şer û li gel aştiyê ne.’’
PERVAN: DIVÊ HEMÛ NÛÇEGIHAN SERBEST WERIN BERDAN
Endama Komîsyona Jinan a Buyukçemede ya HDP’ê Muzeyyen Pervan jîg ot, ‘’Di navberê de me hinek moral û hilm stand. Lê îro hê jî raman û derbirîn ne azad e. Em dixwazin ku Asli, Nemciye, xebatkarên Ozgur Gundemê û hemû nûçegihan serbest werin berdan.’’
JI ERDOGAN Û ALPYA NAME
Di çalakiyê de nameyên Asli Erdogan û Nemciye Alpya hatin xwendin. Di nameya Alpay de hate gotin, ‘’Kujerê mîtînga aştiyê ya 10’ê Cotmehê ya Enqerê: Kengî wê dilê aştîxwazan rehet be? Yek, dema ku agirbest hate ragihandin, du, dema ku muzakereyan dest pê kir û azadî û heqên sereke hatin qebûlkirin, em ji vê dûr in. Hûn nobedarê aştiyê ne.’’
Erdogan jî spasî da kesên ku piştgirî danê.