Ji bo Muzeyyen Palabiliyik wê roja Şemiyê merasîm bê kirin
NAV-DEM'ê Muzeyyen Palabiyik bi bîr anî û işaret bi bîr û baweriya wê ya bi têkoşînê kir. NAV-DEM'ê li ser merasîma cenaze agahî da.
NAV-DEM'ê Muzeyyen Palabiyik bi bîr anî û işaret bi bîr û baweriya wê ya bi têkoşînê kir. NAV-DEM'ê li ser merasîma cenaze agahî da.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) li ser wefata Muzeyyen Palabiyik ku demeke dirêj xizmet ji têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re kir daxuyaniyeke nivîskî da.
"Hevrê Sosyalîst Şîlan Firat (Muzeyyen Palabiyik) ku demeke dirêj xizmet ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re kir, ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da. Bi hezkirin û rêzdariyê em wê bi bîr tînin."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Şîlan Firat li navçeya Turkoglû ya Mereşê ji dayik bû, di nava malbateke welatparêz de mezin bû her tim bi bîr û baweriyeke mezin a ji şoreşê xebitî.
NAV-DEM'ê bi bîr xist ku Şîlan Firat dema li Tirkiyeyê dixebitî gelek caran hate girtin, êşkenceyên giran lê hate kirin, lê ti carî ji têkoşîna xwe venegeriya.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şîlan Firat di salên 2000'î de têkoşîna xwe li Ewropayê dewam kir û her tim hewl da bi rengekî serketî bi erk û wezîfeyên xwe rabe.
NAV-DEM'ê bi bîr xist ku tevî nexweş jî bû di Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) de bi erk û berpirsayrî rabû û wezîfeya xwe heta kêliya dawî jî dewam kir.
NAVNÎŞANA MERASÎMÊ
NAV-DEM'ê ragihand ku merasîma cenaze wê 28'ê Nîsanê roja Şemiyê saet 13:00 li navnîşana "Masal Events, Ruhrallee 19, 45525 Hattingen." bê kirin.