Ji bo mîtînga li Munchenê banga tevlîbûnê
Gelek siyasetmedar, parêzer û saziyan, ji bo aktîvîstên ATÎK'ê û girtiyên siyasî yên li Elmanyayê bang piştgiriyê kirin.
Gelek siyasetmedar, parêzer û saziyan, ji bo aktîvîstên ATÎK'ê û girtiyên siyasî yên li Elmanyayê bang piştgiriyê kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de gelek şexsiyet û saziyan, ji bo mîtînga bi armanca destekkirina aktîvîstên ATÎK'ê û girtiyên siyasî yên li Elmanyayê li Munchenê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.
Di daxuyaniya hevpar de ev bang hat kirin:
"Em bang li hemû şexsiyet û rêxistinên şoreşger û pêşverû yên navneteweyî dikin, li dijî siyaseta serdest a Elmanyayê ya destekê dide paşverûtiyê, helwesteke aktîf nîşan bidin û ji bo têkbirina vê dadgehkirina neheq, piştgiriya navneteweyî bidin girtiyên siyasî şoreşger.
Em bang li her kesî dikin bi pankart, daxwaz û peyamên xwe yên piştgiriyê, di 17'ê Hezîranê saet 09:00 de li ber Dadgeha Bilind a Eyaleta Munchenê bin û tevlî mîtîngê bibin."
Di daxuyaniyê de navnîşana mîtîngê jî hat ragihandin: "Nymphenburger Straße 16, 80335 Munchen."