Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê ji bo banga tevlêbûna Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku di 10'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk bînin, li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Mîtîng wê bi şîara “Aştî, Azadî, Edalet. Ji OHAL’ê de Na, bila KHK betal bibe" pêk bê. Di civînê de Seroka EHP'ê ya Stenbolê Ozge Akman, diyar kir ku girîng e di vê pêvajoyê de bibin yek û bi hevre têkoşîna azadiyê bidin. Akman, bang li her kesî kir ku tev li Mîtînga 1'ê Îlonê ku di 10'ê Îlonê de li Bakirkoyê pêk bê, bibe.
Nûnerê Mala Gel a Stenbolê Cihan Onen jî anî ziman ku ji bo aştiyê bixwazin divê li dijî şer têbikoşin û wiha got: "Yek ji rêya têkoşîna aştiyê jî têkoşîna laîkbûnê ye. Ji ber vê yekê 1'ê Îlonê pir girîng e. Divê hemû gelê Tirkiye tev li mîtîngê bibe."
Rêveberê EMEP'ê yê Stenbolê Sinan Cevîz jî anî ziman ku ji her demê bêtir îro pêdivî bi yekîtiyê û têkoşîna hevpar heye û bang li hemû gelan kir ku tev li mîtîngê bibin. Cevîz xwest her kes li qada mîtîngê bi dengê berz daxwaza aştiyê bîne ziman.
Rêvebera HDP'ê yê Stenbolê Xunav Altun jî bang li gelê Stenbolê kir û wiha got: "Em ji bo aştî û wekheviyê bang li gelê xwe dikin ku beşdarî mîtînga aştiyê bibin."
Berdevka Demî ya KESK'ê Ozlem Talu jî daxuyaniya hevpar xwend.
Tolu wiha got: "Em fatura şer nadin. Şer kuştin, sirgûn, êş û hêsir in. Di sala 1939’an de Hitler Polonya dagir kir. Piştî wê di 1'ê Îlonê piştî 2'emîn Şerê Cîhanê got em fatura şer nadin û aştiya cîhanê îlan kir. Ne tenê em û cîranên xwe, hemû gelên cîhanê dixwazin ev şer xelas bibe. Li aliyekî şer hebe li aliyê din ne pêkan e aştî pêş bikeve. Hêzên îktîdarê ji bo serdestî û metîngeriya xwe li her derê pêş bixin pergala şer pêş dixin. Dîktadorî û faşîzm bi şer tê îlankirin.”
EM DESTÛR NADIN VÎ ŞERÎ
Tolu, anî ziman ku îktîdar ji bo hebûna xwe mayinde bike naxwaze OHAL'ê rake û bi riya hiqûqa OHAL'ê dixwaze her tiştî rewa bide nîşandan û wiha got, “Lê em destûr nadin ku şer bi ser bikeve. Em naxwazin welat bi OHAL û KHK'ê bi rê ve biçe. Em li hemberi vî şerî bêdeng namînin û em destûr nadin şer. “
Di çarçoveya bernameya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de wê li Goristana Ferîkoy Didar Şensoy bê bibîr anîn. Di heman rojê saet di 18.30’an de jî li Qada Galatasarayê wê zincîra mirovan bê avakirin. Di 3'ê Îlonê saet di 17.00’an de jî wê li BEKSAV’ê pêşengeha “Du rûyê êşê" bê pêşandan. Di 10'ê Îlonê de jî li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê wê mîtîng were lidarxistin."