Ji bo meşa Rojava ya li Brukselê bangawazî

Ji bo meşa Rojava ya li Brukselê bangawazî

Federasyona Komeleyên Kurd ên li Belçîkayê (FEK-BEL) ji bo meşa dê bi şîara “Berxwedana Rojava berxwedana me ye” di 31’ê Tebaxê li Brukselê were li darxistin banga tevlîbûnê kir.

Serokê FEK-BEL’ê Salih Uçar got, ew dê li hemberî êrîş û ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê bêndeng nemînin û diyarkir ku, “Em şoreşa li Sûriyeyê weke şoreşa tevayî gelê Kurd dibînîn. Em îddiaya ku pêşe roja xwe li ser bingehê yeketiya demokratîk, wekhevî û azadiyê di vehînin, weke îddiya xwe dibînîn. Ji bo li hemberî hovatiya li Rojava pêktê bêndeng nemînîn, em ji gelê xwe re radigehînîn ku dê 31’ê Tebaxê li Brukselê bin.”

Meşa ku dê di pêşengiya PYD, PJAK û FEK-BEL pêkbê, dê di 31’ê Tebaxê di demjimêr 13:00’an de li ber stasyona Nord ya trenê ya li Brukselê destpê bike û dê li qada Schuman ya nêzî avahiyên Yeketiya Ewropayê bidawî bibe.

FEK-BEL’ê bang li gelê Mezopotamyayê Asûrî, Ermenî, Suryanî-Kildanî û komên olî kir ku tevlî meşê bibin.