Ji bo meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ li taxan civîn pêk tên

Ji bo meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ li taxan civîn pêk tên

Bi pêşengiya rêxistina BDP’a Colemêrgê, di 9’ê îlonê de bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ dê meşeke meşaleyî pêk were û BDP’ê bi armanca tevlibûna meşê li taxan civînên gel pêk anîn.

Ji bo meşa  ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ ya ku dê di 9’ê îlonê de bi pêşengiya BDP’a Colemêrgê pêk tê, li taxan civînên gel gel didome. Ji bo meşa ku ji BDP’a Colemêrgê heta şaredariyê bidome, di civînan de banga tevlibûnê hat kirin. Li taxa Halîfe Dervîş civîn pêk hat û nûnerên BDP û KCD’ê tevli bûn. Di civînê delegeyê KCD’ê yê Colemêrgê Mîkaîl Atam armanca meşê vegot û wiha got: “Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku tevli meşa meşaleyî ya ku di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’  pêk tê bibin. Hêj duh li Çiyayê Bagokê gorên şehîdên me texrîb kirin û êrîşên cesedê şehîdên me kirin. Li hemberî tu miriyan ev êrî pêk nayê.  Di tu olan de li dijî miriyan êrîşeke bi vî rengî pêk nayê. Em vê şermezar dikin û bila ev baş bizanin ku ; kurd dê xwedî li nirxên xwe derkeve.”

Atan banga tevlibûna meşê kir û wiha got: “Di dîroka têkoşîna cîhanê de gelê ku rêbertiya wî ne azad be, gel tu car azad nabe. Em baş dizanin ku; heta birêz Ocalan azad nebe, em jî tu car azad nabin. Bi vê hişmendiyê em partî û STK’yên bajar di 9’ê îlonê de saet di 18.00’an de li bajar meşeke girseyî lidar bixin. Em hemû gelê xwe vexwendiyê meşê dikin. Tu gumana me nîne ku, gelê me azadiya Ocalan nexwaze û xwedî lê dernekeve. Her kesê ku wijdana wî heye divê tevli vê meşê bibe.

Piştî civîna li taxa pêk hat, nûnerên BDP û KCD’ê li malan xebatên xwe bidomîne. Bi heman armancê li gelek nokteyên bajar civîn pêk hatin û heta 9’ê îlonê bidome.